Hewlêr (Rûdaw) - Li Parêzgariya Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê nêçîrkirina pezkoviyan heta demeke nediyar hat qedexekirin.
Pezkovî ku di serî de li Geliyê Munzûrê di ekosîstema bajêr de xwedî cihekî krîtîk in, bi biryara nû bi temamî hatin parastin.
Ji xeynî cihêrengiya biyolojîk a cografyaya Dêrsimê, pezkovî di cîhana çand û baweriyê ya xelkê herêmê de jî wekî pîroz tên dîtin.
Ev pezkovî bi salan e di çavê parêzvanên xwezayê û xelkê bajêr de di navenda têkoşîna mafê jiyanê de cih digirin.
“Nêçîra wan bêsînor û bêdem hatiye qedexekirin”
Parêzgarê Dêrsimê Şefîk Aygol li ser mijarê daxuyanî da û destnîşan kir ku pezkovî dikarin di jîngeha xwe ya xwezayî de, dûrî zexta mirovan û bi ewlehî bijîn.
Aygol tekezî li ser bibiryardariya parastina jiyana kovî kir û got:
"Ew jî pê dihesin ku aramî heye û di nav aramiyê de dijîn. Nêçîrkirina wan ji aliyê parêzgariya me ve bêsînor û heta demeke nediyar hatiye qedexekirin."
Gaveke girîng
Ev biryara qedexeyê ya teqez a ku ji aliyê parêzgariyê ve hatiye dayîn, wekî gaveke girîng tê nirxandin.
Bi vê biryarê armanc ew e ku li seranserê bajêr hem cihêrengiya biyolojîk were parastin hem jî jiyana kovî berdewam bike.


