Stenbol (Rûdaw) - Beşa Creativeyê ya Tora Medyayî ya Rûdawê ji ber nûbûn û dahênanên di dîzaynê de, Xelata Navneteweyî ya Stevieyê ya Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê wergirt.
Merasîma belavkirina Xelatên Stevieyê li bajarê Stenbolê yê Tirkiyeyê hat lidarxistin.
Beşa Creativeyê ya Rûdawê bi projeya "Rebranding û Nasnameya Dîjîtal a Tora Medyayî ya Rûdawê ya 2025an" di beşa "Dahênana di Rebrandingê de" xelata zîvîn bi dest xist.
Birêvebirê Beşa Creativeyê ya Rûdawê Mihemed Sefer li ser wergirtina vê xelatê axivî û got:
"Bidestxistina vê xelatê ji bo me di Tora Medyayî ya Rûdawê de cihê serbilindiyeke mezin e.
Wergirtina 7emîn xelata Stevieyê ji bo Rûdawê vê gavê gelekî taybet dike.
Ez bi tîma me ya dahêner gelekî serbilind im û em kêfxweş in ku dahênanê ji Kurdistanê digihînin cîhanê."
Birêvebirê Beşa Creativeyê ya Rûdawê Mihemed Sefer û dîzaynerê Rûdawê Lawik Dana li ser navê tora medyayî xelat wergirt.
Lawik Dana jî kêfxweşiya xwe anî zimên û got:
"Bi rastî em bi vê xelatê gelekî serbilind in.
Armanca me ew e ku em bi berdewamî karên baş bikin û xelatên baştir bi dest bixin."
"Li ser hev xelatkirina Rûdawê nîşaneya serkeftineke mezin e"
Nûnerê Xelatên Stevieyê li Tirkiyeyê Çagatay Kayabaş pesnê serkeftina Rûdawê da û pîrozbahî li tora medyayî kir.
Kayabaş ji Rûdawê re axivî û got:
"Ji ber wergirtina xelatê ez kanala we pîroz dikim.
Xelatên Stevieyê ev 20 sal in li seranserî cîhanê tên dayîn û li vir berdewamiya serkeftinê gelekî girîng e.
Kanala we di nav 3 salan de li ser hev 7 xelat wergirtin.
Ev yek nîşan dide ku ev serkeftin tenê şans nîne, nîşaneya xebateke baş û serkeftineke mezin e."
Navê Rûdawê li kêleka şirketên navdar ên cîhanê ye
Şandeya Beşa Creativeyê ya Rûdawê ji bo wergirtina xelata navneteweyî ji Hewlêrê çû Stenbolê û li Otêla InterContinentalê di merasîmeke taybet de xelata xwe wergirt.
Salane ji seranserê cîhanê zêdetirî 12 hezar namzedan ji bo bidestxistina Xelatên Stevieyê dikevin pêşbirkê.
Bi vê xelata nû re hejmara xelatên Stevieyê yên Tora Medyayî ya Rûdawê derket 7an.
Rûdawê di navbera salên 2023 û 2025an de 6 xelatên Stevieyê yên din standibûn.
Navê Rûdawê êdî li kêleka şirketên mezin ên cîhanî yên wekî Netflix, Google, Apple û Amazonê cih digire ku salên borî di beşên cuda yên Stevieyê de hatibûn xelatkirin.



