Hewlêr (Rûdaw) - Li herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê cotkaran hîn pereyên genim (fatûreyên genim) wernegirtine û ji ber vê yekê newêrin dest bi ajotina zeviyên xwe bikin.
Derengketina pereyan barê cotkaran giran kiriye û pêvajoya dabînkirina lêçûnên çandiniyê kiriye pirsgirêkeke mezin.
Lêçûnên giran û bihabûna mazotê barê cotkaran giran dike
Bihayê mazotê û kirêya amûrên çandiniyê gelekî bilind bûye.
Ev rewş bûye sedem ku amadekirina erdên çandiniyê bibe barekî ku ji şiyana aborî ya gelek cotkaran zêdetir e.
Cotkarên ku bi awayekî sereke pişta xwe bi dahata berhemên xwe girê didin, niha ji ber nebûna pereyan nikarin pêdiviyên destpêkê yên çandiniyê peyda bikin.
Li benda zelalbûna rewşê ne
Cotkar li bendê ne ku piştî lihevkirina Rêveberiya Xweser û hikûmeta demkî, li herêmê çarenivîsa çandiniyê diyar bibe.
Lê tam di vê demê de krîzeke aborî rû da. Ji ber vê yekê cotkar bi fikar in, tirsên wan hene ku wekî demsalên borî nikaribin mazota piştgiriyê, tov an jî gubre wergirin.



