Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Şemzînanê ya parêzgeha Colemêrgê zarokekî yeksalî yê bi navê Armanc Eren di dergûşa xwe de fetisî.
Li navçeya Şemzînanê ya Colemêrga Bakurê Kurdistanê bûyereke dilşewat rû da.
Di bûyerê de pitikekî yek salî yê bi navê Armanc Eren di dergûşa xwe de mir.
Li gorî agahiyan, Armanc dema di dergûşê de di xewê de bû, serê wî ber bi jêr ve ziviriye û bêhna wî çikiyaye.
Piştî ku malbatê tê derxist ku bêhn li zarok çikiyaye, yekser tîmên tenduristiyê agahdar kirine.
Tîmên ku gihîştin cihê bûyerê piştî alîkariya yekem, zarok veguhast Nexweşxaneya Dewletê ya Şemzînanê lê belê Armanc ji lep û çengên mirinê rizgar nebû.
Tîmên tenduristiyê cenazeyê Armanc ji bo karên otopsiyê bir Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê.
Malbatê piştî temambûna kar û barên otopsiyê û kontrolên bijîşkî termê pitikê xwe bir da ku wî veşêrin.
Aliyên peywirdarlLi ser sedem û hûrgiliyên vê bûyera dilşewat dest bi lêkolînan kiriye.



