Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebirê Saziya Çandiniyê ya Urmiyeyê Mihemedreza Esxerî ragihand ku ew pêşbînî dikin îsal li Urmiyeyê zêdetirî 1 milyon û 400 hezar tonan sêv bên hilberîn.
Mihemedreza Esxerî ragihand ku li seranserê Urmiyeyê 74 hezar hektar baxên sêvan hene.
Esxerî diyar kir ku ji ber kalîteya bilind a sêvên Urmiyeyê dê îsal bazara derve geş be û ev yek dê bandoreke erênî li ser bipêşketina aboriya parêzgehê bike.
Li gorî gotina Mihemedreza Esxerî, sêvên Urmiyeyê difiroşin welatên wekî Hindistan, Pakistan, Rûsya, Efxanistan û Îraqê.
Li gorî rapora Saziya Çandiniyê ya Urmiyeyê, li parêzgehê bi giştî 122 hezar hektar bax hene ku 74 hezar hektar ji wan baxên sêvan in.
Salane bi awayekî asayî nêzîkî 1 milyon û 700 hezar ton sêv ji van baxan tên komkirin.
490 sarincok amade ne
Saziya Çandiniyê ya Urmiyeyê pêşbînî dike ku îsal 1 milyon û 400 hezar ton sêv bên hilberîn.
750 hezar tonan dê bifiroşin welatên derve û yên ku dimînin jî li bazaran tê firotin an jî ji bo kargehên ava fêkî tên veqetandin.
Mihemedreza Esxerî her wiha anî zimên ku li Urmiyeyê ji bo depokirina sêvan 490 sarincok hene ku şiyana wan a depokirinê milyonek û 300 hezar ton e.



