Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê berê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Selçuk Mizrakli yê ku hat berdan, çû serdana Sadiye Demîrtaşa dayîka Selahattîn Demîrtaş.
Hevserokê Berê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Selçuk Mizrakliyê ku cezayê wî temam bû û hat berdan, piştî serdanên goristanan, çû serdana Sadiye Demîrtaşa dayîka Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş.
Selçuk Mizrakli ji ber koça dawî ya hevjînê wê Tahîr Demîrtaş sersaxî ji Sadiye Demîrtaşê re xwest.
Mizrakli serê sibehê çûbû ser gora Tahîr Demîrtaş.
Dema ku Sadiye Demîrtaşê got "Tu çima bi tenê hatî?", Mizrakli got "Em dê wan rojan jî bibînin" û ew hembêz kir.
Parlamenterê Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Cengîz Çandar jî li ser hesabê xwe yê tora civakî derbarê serdanê ev peyam parve kir:
“Piştî serdanên goristanan ên li Amedê em bi Selçuk Mizrakli û hevjîna wî Zeynep Mizrakliyê re çûn serdana Leyla Zanaya li gundê Silîvayê.
Paşê em çûn serdana Sadiye Demîrtaşê dayîka hêja ya Serok Selahattîn, evîndarê milyonan, ê ku her kes bi bê sebir li benda azadiya wî ye.
Kêfxweşiya ku Dayê Sadiyeyê dema Serok Selçuk li ber deriyê mala xwe dît, hestên ku hembêzkirina wê ya ji dil afirandî, nayê pênasekirin.
Em li benda wan rojan in ku ew dê kurên xwe jî hembêz bike.
Wan 48 saetên ku me bi Selçuk Mizrakli re derbas kirin, ji Edîrneyê heta Amedê bîranînên biêş zindî kirin, û bi hembêzkirin û destdana bi sedan kesan, nîşanî me da ku ev welat û gelê me çi qasî hêjayî aştiyeke rasteqîn in.”



