Hewlêr (Rûdaw) - Piştî 4 rojan ji qezaya diltezîn a li ser rêya Sine û Hemedanê, Birêvebirê Polîsên Trafîkê yê Sineyê hûrgiliyên nû eşkere kirin.
Wî sedema sereke ya qezayê bi leza zêde ya tankera sotemeniyê ve girê da.
Birêvebirê Polîsên Trafîkê yê Sineyê Hemîdreza Ebdulmelekî li ser qezayê daxuyaniyek da.
Hemîdreza Ebdulmelekî ragihand, "Sedema qezayê leza zêde ya tankerê bûye ku benzîn ji Hemedanê vediguhast Merîwanê."
Ebdulmelekî da zanîn, tanker piştî ku kontrola xwe ji dest dide, li çend otomobîlên din dixe.
Ji ber ku barê tankerê benzîn bûye, agirekî mezin bi cihê qezayê ketiye û zerereke zêde ya canî û madî çêbûye.
Êvara 5ê Îlonê derdora saet 17:00an li ser rêya sereke ya Sine û Hemedanê qezayeke giran a trafîkê çêbû.
Di qezayê de 11 kes mirin û 7 kes jî birîndar bûn.
6 qurbanî karmend in
Li gorî amarên Tiba Dadî ya Sineyê, 6 ji wan kesên ku mirine karmendên projeya amadekirina bajarokê pîşesaziyê yê Dêwlanê bûne.
Navên wan kesan ev in: Nasir Xanzadî, Ferhad Riyazî, Mehdî Zendî Pûryan, Seyîd Etaula Xadimî, Ehmed Mensûrî û Yasîn Mensûrî.
Her wiha Îhsan Munteşluyê polîsê trafîkê û Mazyar Şakiriyê karkerê kargeha şûşeyan jî di nav qurbaniyan de ne.
Tiba Dadî ya Sineyê diyar kir ku cenazeyên 3 kesên bi navên Soran Elyasî, Yedula Selîm Ferd û Kiyan Recebzade gelekî şewitîne û ji ber vê yekê pêwîstiya wan bi pişkinîna DNAyê heye.
Li gorî agahiyan, 7 kes di qezayê de birîndar bûne û li Nexweşxaneya Kewserê tên dermankirin.
Nasnameya 6 birîndaran hatiye eşkerekirin ku ev in: Keywan Şêx Ehmedî, Xelîl Xudabexşî, Huşyar Babeweysî, Hebîbula Mihemedî, Celal Wekîlî û Bextyar Îlahî.


.jpg&w=3840&q=75)