Hewlêr (Rûdaw) - Meha îlonê ye lê li navçeya Miksê ya Wana Bakurê Kurdistanê heta niha jî berf li erdê ye.
Koçer û bêrîvan di rêwîtiya zozanan de neçar in di bin tunelên berfê re derbas bibin ku her yek ji wan 30-40 metreyan dirêj e.
Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ji bo nehiştina metirsiyên li pêşiya bêrîvanan bi makîneyên kar tunelên berfê dirûxîne.
“Li ser pişta hesp û keran diçûn”
Muxtarê Gundê Arincîkê Eyup Kayan li xebatan ev agahî dan:
“Heta niha 4 kîlometre û nîv rê hat vekirin. Du kîlometreyên din înşeleh dê bêrîvanên me rehet bikin û bi awayekî ewle û xweş bigihin zozanan.
Heta niha li ser pişta hesp û keran diçûn. Li hinek cihan hesp û keran jî nikaribû derbas bibin.”
Li ser rêya zozanên gundê Arincîkê ya 2 hezar û 600 metreyan bilind 6 tunelên berfê hene.
“Em rêya bêrîvanan vedikin”
Karmendê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Karca li ser xebatan got:
“Em rêya bêrîvan û welatiyên ku diçin zozanan vedikin. Wek hûn dibînin di serê meha îlonê de tebeqeyên berfê hene.
Em berfê paqij dikin û rê vedikin. Bêrîvanên me niha bi hêsanî diçin û tên. Heta niha bi hêstiran diçûn.”
Wan yek ji bajarên herî sar ên Bakurê Kurdistanê ye û sektora sereke ya debara gelê bajêr ajeldarî ye.
Li gorî amarên fermî yên sala 2025an, li Wanê bêhtirî 3 milyonan pez û 150 hezar dewar hene.
Wan di hejmara pez de li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bajarê yekem e.



