Hewlêr (Rûdaw) - Lêkolîneke ku li parêzgeha Hatayê ya Tirkiyeyê û li parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê hatiye kirin nîşan dide ku astengiyên li ber perwerdeya rêkûpêk a hinek zarok û malbatan hîn jî didomin.
Her du lêkolînên ku ji aliyê Save the Childrenê ya Tirkiyeyê ve li Stenbol, Hatay û Semsûrê hatine kirin, destnîşan dikin ku dûrketina zarokan a ji perwerdeyê bi piranî ne bi sedemekê tenê ve girêdayî ye.
Zehmetiyên aborî, pirsgirêkên çûn û hatinê, bipaşketina di fêrbûnê de, pirsgirêkên psîkososyal, zordestî û cihêkariya civakî bi demê re têkiliya zarokan a bi dibistanê re qels dikin.
"Lêkolîna li ser Zarokên ku li Hatay û Semsûrê ji Dibistanê Dûr Ketine û Metirsiya Terkkirina Dibistanê li ser Wan Heye", nîşan dide ku astengiyên li ber perwerdeya rêkûpêk a hinek zarok û malbatan hîn jî li ber çavan in.
Li gorî lêkolînê, di nav astengiyên aborî de lêçûnên dibistanê derdikevin pêş.
Her wiha mesref û dûrbûna rê, zehmetiyên psîkososyal, bipaşketina di fêrbûnê de, karkeriya demsalî ya çandiniyê û cihêkariya civakî jî bandorê li domandina perwerdeyê dikin.
Encamên lêkolînê didin xuyakirin ku bi taybetî zarokên 14 heta 17 salî ji bo terkkirina dibistanê di bin metirsiyeke zêdetir de ne.
Dibistana ewle tê çi wateyê?
"Lêkolîna Dibistanên Ewle, Giştgîr û Xweragir" a ku li çar dibistanên dewletê yên li navçeyên Sultanbeylî û Avcilarê yên Stenbolê hatiye kirin jî derdixe holê ku şert û mercên fîzîkî tenê têrê nakin.
Ji bo ku zarok xwe li dibistanê di ewlehiyê de hîs bikin, têkiliyên civakî û hesta xwedîtiyê jî diyarker in.
Serpêhatiyên zarok, dayîk û bav û mamosteyan nîşan didin ku hesta ewlehiyê ya li dibistanê di heman demê de ji têkiliyên civakî jî bandor dibe.
Zordestî, cihêkarî, têkiliyên hevaltiyê, hesta pêbendbûnê û nêzîkatiya mezinan a li hemberî pirsgirêkên zarokan, ji hêmanên sereke yên jîngeheke ewle ya dibistanê ne.
Lêkolîn bi taybetî balê dikişîne ser wê yekê ku zordestî bandorê li hesta xwedîtiyê ya zarokan û têkiliya wan a bi perwerdeyê re dike.
Encamên hevpar ên her du lêkolînan giringiya nêzîkatiyên giştgîr ên ji bo piştgirîkirina perwerdeya zarokan destnîşan dikin.
Zûtespîtkirina wan metirsiyên ku dibin sedema dûrketina ji perwerdeyê, arastekirina zarok û malbatan a ji bo xizmetên guncav û asankirina alîkariyan ji bo wan kesên ku ji ber lêçûnên dibistanê zehmetiyê dikişînin, gelekî giring e.
"Pêwîstî bi piştgiriya guncav heye"
Birêvebira Save the Childrenê ya Tirkiyeyê Berna Korogluyê li ser lêkolînan got:
"Dema sala nû ya perwerdeyê dest pê dike, ji bo me gelekî giring e ku zarok vegerin dibistanên xwe lê vegera li dibistanê tenê gava yekem a mafê perwerdeyê ye.
Her wiha giring e ku zarok karibin têkiliya xwe ya bi dibistanê re biparêzin, fêrbûnê bidomînin û di dema pêwîst de xwe bigihînin piştgiriya guncav.
Ji bo vê yekê pêwîstî bi wan jîngehên dibistanan heye ku pêdiviyên zarokan zû werin tespîtkirin û guh bidin nêrînên wan."
Divê metirsî zû bên tespîtkirin
Pispora Perwerde û Piştgiriya Psîkososyal a Save the Childrenê ya Tirkiyeyê Yeşim Hanci Kayayê jî encamên lêkolînan wiha nirxandin:
"Zehmetiyên aborî, pirsgirêkên çûn û hatinê, paşketina fêrbûnê, dijwariyên psîkososyal û rûbirûbûna zordestiyê bi demê re digihîjin hev û dikarin metirsiya dûrketina zarokan a ji perwerdeyê zêdetir bikin.
Ji ber vê yekê, zû pêhesîna metirsiyan, nirxandina hevpar a pêdiviyên zarok û malbatan û xurtkirina hevkariya di navbera saziyan de gelekî giring e.
Dema jîngeheke ewle ya dibistanê tê avakirin, divê derfet bê dayîn ku zarok nêrînên xwe bînin ziman û guh li wan nêrînan bê girtin."



.webp&w=3840&q=75)