Hewlêr (Rûdaw) - Serokatiya Şaredariya Hewlêrê dest bi rakirina wan tabeleyên bazirganî kir ku zimanê Kurdî li ser wan nîne.
Birêvebirê Şaredariya Yekê ya Hewlêrê diyar kir ku wan tenê di rojekê de hişyarî daye 20 cihên bazirganî û tabeleyên wan daxistine.
Birêvebirê Şaredariya Yekê Senger Mihemed îro li ser mijarê ji Rûdawê re axivî.
Senger Mihemed got, "Me li Kolana Bijîşkan a li taxa Teyrawayê dest bi hemleya daxistina tabeleyên bazirganî kir.
Armanca me ew e ku em wan bi zimanê şêrîn ê Kurdî biguherînin û bi rengekî xweşik û modern sererast bikin."
Piştî bernameya "Li gel Renc" a li Xaneqînê û guherandina tabeleya wî hesinkarê Kurd, Serokatiya Şaredariya Hewlêrê wekî parêzgeh yekem dest bi bicîhkirina rêkaran kir.
Tabeleyên bê destûr jî tên rakirin
Li gorî gotina Birêvebirê Şaredariya Yekê, ev hemle ne tenê ji bo bicihkirina zimanê Kurdî ye.
Di heman demê de rê li ber reklam û tabeleyên neqanûnî tê girtin ku bêyî destûra şaredariyê hatine danîn.
Senger Mihemed her wiha anî zimên:
"Di roja yekem de tabeleyên 20 cihên bazirganî hatin daxistin û hişyarî hat dayîn ku tabeleyên xwe wisa daliqînin ku Kurdî zimanê sereke be û zimanên din wekî zimanên alîkar bin."
Senger Mihemed eşkere kir ku dê her kesê ku binpêkariyê bike rûbirûyî cezayê qanûnî bibe.
Wî da zanîn, eger ew kes dîsa tabeleyeke bê Kurdî daliqînin, şaredarî dê careke din daxe.
Tîmeke ji 15 kesan pêk tê dixebite
Birêvebirê Şaredariya Yekê diyar kir ku tîmeke ji 15 kesan pêk tê bi hevkariya Polîsên Şaredariyê dest bi bicîhkirina biryarê kiriye.
Karê vê tîmê dê heta guherandina hemû wan tabeleyên ku zimanê Kurdî li ser wan nîne bidome.

