Amed (Rûdaw) - Girtîgeha Amedê ku ji ber şkenceyên li Kurdan hatine kirin li hemû cîhanê deng daye, wekî Emna Sor a Silêmaniyê dibe muzexane.
Li gorî peymanê, dê xebatên muzekirina girtîgehê 12ê Îlonê bi dawî bibin û beşeke wê ji xelkê re bê vekirin.
Çenteyê Mehdî Zana yê 43 salî
Çenteyê ku 43 sal berê li Zindana Amedê bi destê Mehdî Zana hatiye dirûtin jî dê were nîşandan.
Mehdî Zana ku wê demê Şaredarê Amedê bû, ev çente ji bo hevalekî xwe yê nêzîk dirût û diyarî wî kir.
Ji wê demê heta niha ev çente bi nazikî hatiye parastin.
Hevalê Mehdî Zana Nurî Sinir li ser vê yekê wiha axivî:
“Wî di girtîgehê de bi destê xwe çente çêkiriye û daye destê kekê Mesûd Başturk. Doh ji min re şand. Em dê teslîmî îdareya girtîgehê bikin û di hundirê muzexaneyê de bidin nîşandan."
Di nava 10 girtîgehên herî xirab ên cîhanê de ye
Girtîgeha Amedê ku li cîhanê di nava 10 girtîgehên herî xirab de cih digire, Çiriya Pêşîna 2022yan bi biryara Serokkomarê Tirkiyeyê hate girtin.
Paşê biryar hat dayîn ku ev girtîgeh bibe muzexane.
Siraç Kirici jî yek ji wan kesan e ku li vê girtîgehê 10 salan razaye û rastî şkenceyên gelekî giran hatiye.
Ew dixwaze girtîgeh bi hemû reseniya xwe bibe muzexane.
"Divê dewlet bi xeletiyên xwe re rûbirû bimîne"
Mexdûrê Zindana Amedê Siraç Kirici bal kişand ser rûbirûbûna bi dîrokê re û got:
“Eger dewleta Tirkiyeyê dixwaze bi kiryarên xwe yên ku di demên borî de bi serê xortên Kurdan anîne re rûbirû bimîne, eger dewleta Tirkiyeyê dixwaze bi xeletiyên xwe re rûbirû bimîne divê ev muzexane li gorî eslê xwe bê çêkirin.”
Girtîgeha Amedê piştî darbeya leşkerî ya 1980yî hatibû vekirin.
Ev zindan wê demê wekî laboratuwareke tepisandina Pirsgirêka Kurdan hatibû bikaranîn.
.webp&w=3840&q=75)

.webp&w=3840&q=75)