Hewlêr (Rûdaw) - Înîsiyatîfa Muzexaneya Bîrgehê ya Zindana Amedê daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de hat xwestin ku Zindana Hejmar 5 a Amedê bibe muzexaneyeke rastîn a bîrgehê.
Înîsiyatîfê diyar kir ku Zindana Hejmar 5 di dîroka nêzîk a gelê Kurd de xwedî cihekî girîng e û got:
"Di çaryeka dawî ya sedsala 20an de, Zindana Hejmar 5 ji bo gelê Kurd bû qada hebûn û nebûnê.
Cuntaya faşîst a 12ê Îlonê, Zindana Hejmar 5 bi armanca ku têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd bitepisîne, wekî laboratuwarekê bi kar anî.
Ewladên têkoşer ên gelê Kurd, li vê qadê bi berxwedan û nirxên xwe bersiv da polîtîkayên zordar û zalim ên hêzên faşîst."
Bû sedema zerer û şikestinên cidî
Înîsiyatîfê bal kişand ser êş û azarên wê serdemê û pê de çû:
"Ji ber ku Zindana Hejmar 5 bandoreke pir mezin û bi êş li ser jiyana bi sed hezaran kesan kir, em hem şahidên wan rojên reş û tarî ne û hem jî têkoşerên wan rojan in.
Êş, birîn û trawmayên wan rojan di jiyana me ya civakî de bûne sedema zerer û şikestinên cidî.
Deng, qîrîn û hawara me hîn jî di hundirê wê zindanê de deng vedide."
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku rejîmê xwestiye Pirsgirêka Kurdan ji holê rake û wiha hat gotin:
"Em baş dizanin ku serdestan, bi texmîna ku ew dikarin Pirsgirêka Kurdan ji holê rakin, Zindana Hejmar 5 veguherand laboratuwarekê.
Ev şkence li Zindana Hejmar 5 wekî encama siyaseteke stratejîk û sîstematîk ji aliyê serdestan ve hatin kirin.
Ji ber vê yekê, serdest û yên ku ji aliyê wan ve hatine tayînkirin şkencekar û sûcdar in."
Divê şert û mercên wê demê nîşan bide
Înîsiyatîfê daxwazên xwe yên ji bo muzexaneyê wiha rêz kirin:
"Ji ber van sedeman, divê Zindana Diyarbekirê ji nû ve were dîzaynkirin da ku şert û mercên serdema di navbera 1980 û 1984an de, zilm û şkenceyên wê demê nîşan bide.
Divê pirsgirêkên ku me di civînan de anîne ziman, rexne û pêşniyarên me û raporên ku me bi nivîskî pêşkêş kirine, werin berçavgirtin.
Bi vî awayî, divê kesên ku serdana Zindana Hejmar 5 dikin bandora wê serdemê hîs bikin û ji wan re bibêjin, 'careke din qet nabe.'"
Înîsiyatîfê mînakên ji cîhanê jî dan û anî zimên:
"Zindan hene ku ev yek bi dest xistiye û ev zindan hêjayî cihgirtina di lîsteyên Mîrateya Cîhanê ya UNESCOyê de bûne.
Muzexaneya ESMAyê ya li Arjantînê, Muzexaneya Jenosîdê ya Toul Slengê ya li Kamboçyayê û Girava Robbenê ya li Afrîkaya Başûr di nav muzexaneyên ku di lîsteya Mîrateya Cîhanê de cih girtine de ne.
Her wiha, divê kampên Naziyan ên li Almanyayê, Zindana Emnesûreke ya li Silêmaniya Herêma Kurdistana Îraqê û pratîkên bi vî rengî yên li welatên din werin nirxandin."
Qurbaniyên 5ê Îlonê hatin bibîranîn
Di dawiya daxuyaniyê de spasiya aliyên piştgir hat kirin û qurbaniyên zindanê hatin bibîranîn:
"Em dixwazin spasiya xwe ji sazî, rêxistin û kesên sivîl û fermî re diyar bikin ku beşdarî, piştgirî û hewldana veguherandina zindanê ya ji bo muzexaneyê bûne.
Careke din di 43yemîn salvegera berxwedana 5ê Îlona 1983yan de, em şehîdên Zindana Hejmar 5 bi rêzdarî bi bîr tînin.
Em Necmeddîn Buyukkaya, Mehmed Hayrî Durmuş, Yilmaz Demîr, Remzî Ayturk, Kemal Pîr, Cemal Arat, Eşref Tursun, Medet Ozbadem, Bedî Tan, Orhan Keskîn û hemû hevalên din ên ku navên wan li zindanan nehatine tomarkirin, bi bîr tînin."

.webp&w=3840&q=75)

