Amed (Rûdaw) - Ev 50 roj in şêniyên gundiyê Cixsê yê navçeya Pasûrê ya parêzgeha Amedê, li gundê xwe konê nobedariyê vedaye û têkoşîneke sivîl a bênavber daye destpêkirin.
Şirketeke taybet dixwaze li gundê Cixsê li ser 300 donim erd Pergala Enerjiya Rojê ava bike û li ser axa wan panelên rojê deyne lê gundî dibêjin ew der mêrg û çêrgeha wan e.
Li gorî gundiyan, bi sextekariyê tapoya mêrgê kirine ya xezîneyê û dixwazin vî erdî ji destê wan bistînin.
Gundî dibêjin ew dê ti carî rê nedin wan ku dest deynin ser axa wan.
Gundiyan konek vedaye ku ne konê greva birçîbûnê ye û ne jî konê paletiya di nava zeviyan de ye.
Konê berxwedan û têkoşîna gundiyan a li hemberî şirketeke pergala enerjiya rojê ye.
Ev 2 sal in şirketeke taybet dixwaze li ser çêrgeh û mêrga gundê Cixsê ya Pasûrê Pergala Enerjiya Rojê deyne.
Bi qasî 300 donim erdê gundiyan ji statuya mêrgê derxistine û kirine malê xezîneyê.
Her wiha dixwazin panelên rojê li ser vî erdî deynin lê gundî 50 roj in di binê kon de nobeda erd û axa xwe digirin.
“Em dê ji birçîna bimirin”
Gundiyê bi navê Hacî Huseyîn Şeker got:
“Tiştekî me namîne, em dê ji birçîna bimirin.
Erdê me li vir e, çandiniya me li vir e, her tiştê me li vir e.
Heta emrê min hebe, em nahêlin pêyê yekî bê vê derê.”
Gundiya bi navê Nuriya Şekerê jî nerazîbûna xwe wiha anî zimên:
“Axa bav û kalên me ye, em qebûl nakin, nakin, nakin, nakin.”
Gundê Cixsê di qûntara çiyê de ye û erdnîgariya vê herêmê ji çiya û giran pêk tê.
Li herêmê hem erdê çandiniyê û hem jî erdê ajeldariyê gelekî kêm e.
Eger proje pêk bê, gundî dê bê mêrg û çêrgeh bimînin.
Keyayê berê yê Cixsê Taner Ay jî got:
“Eger li vî aliyî 300 donimî bi panelên rojê bigirin, li aliyê din ava me bibirin, dibêjin ava Kasorê dibirin û li biniya me jî bendav çêdibe.
Bendava me jî bi qasî kîlometreyekî ji gund dûr e. Baş e em dê bi kû de herin?”
“Em dê malên xwe bar bikin”
Gundiya bi navê Xalîde Guzelê jî destnîşan kir ku eger ew nikaribin ajelan xwedî bikin ew dê neçar bimînin gundê xwe biterikînin û da zanîn:
“Dema ku van rê û dirban vekin û em nikaribin heywanekî xwedî bikin, mirîşkekê xwedî bikin, dewarekî xwedî bikin, em dê li vî gundî çi bikin?
Jiyana me çi ye, dê çi di destê me de bimîne?
Di destê me de tiştek namîne. Em dê wê çaxê malên xwe bar bikin û ji vir derkevin herin.”
Gundiyê bi navê Faruk Şeker jî got, “Ev der ji destê me biçe jiyana me dikeve xetereyê.”
Siyasetmedar, şaredar, parlamenter û nûnerên saziyan gelek caran çûne serdana konê nobedariyê û piştgiriyê didin têkoşîna gundiyên Cixsê.
Yek ji wan kesan jî Hevserokê Şaredariya Pasûrê Murat Îpek e.
Hevserokê Şaredariya Pasûrê Murat Îpek li ser mijarê wisa axivî:
“Hema ji vê derê dest pê dike û nêzîkî 300 donimî didin ber xwe.
Dest danîne ser û dixwazin talan bikin. Gundî jî 2 sal in li ber xwe didin.
Em jî wekî şaredar bi xelkê xwe re ne, çi ji destê me bê em dê bikin.”
Gundiyan ev 2 sal in şirket daye dadgehê lê heta niha jî ev dosye bi encam nebûye.

.jpg&w=3840&q=75)
.jpg&w=3840&q=75)