Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Cannesê yê Fransayê di merasîma Xelatên Cannesê yên Medya û Televîzyonê de, ji bo du beşên bernameya lêkolînê ya "Hîn jî Maye" 2 xelatên navneteweyî pêşkêşî Tora Medyayî ya Rûdawê hatin kirin.
Di Festîvala 17emîn a Cannes Corporate Media & TV Awardsê de beşa "Paşeroja Hizbulahê" ya bernameya "Hîn jî Maye" ku ji aliyê Hêvîdar Ehmed ve tê pêşkêşkirin, di kategoriya Bûyerên Rojane (Current Affairs) de Xelata Dolfînê wergirt.
Di heman festîvalê de, beşa "Dawiya Mezopotamyayê" ya ku bal kişandibû ser qeyrana hişkesalî û jîngehê ya li Îraq û Herêma Kurdistanê di kategoriya Jîngeh û Berdewamiyê de bawernameya fînalîstiyê wergirt.
Pêşkêşkarê bernameyê Hêvîdar Ehmed piştî wergirtina xelatê di peyama xwe de got:
"Ev naskirineke navneteweyî ye ji bo karê rojnamegeriyê, ji bo wî karê rojnamegeriyê ku me di bernameya 'Hîn jî Maye' ya Rûdawê de pêşkêş kiriye."
Hêvîdar Ehmed berê xwe da bînerên Rûdawê û anî ziman:
"Ew çîrokên ku pêwîst e hûn bizanibin em behsa wan dikin.
Hîn jî maye ku em çîrokên din ji we re bibêjin û xelatên din jî bibin."
“Berhemên we di asta herî bilind de ne”
Birêvebirê Xelatên Cannesê yên Medya û Televîzyonê Alexander Kammel li ser wergirtina vê xelatê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî û got:
"Pîvanên we gelekî bilind in. Dema min dît ku mijarên wiha hestyar bi awayekî pir profesyonel hatine nirxandin ez gelekî kêfxweş bûm; ne tenê ji aliyê pêşkêşkar ve, ji aliyê xebata kamerayê û vegotina çîrokê ve jî wisa bû."
Alexander Kammel da zanîn ku nêzîkî 100 juriyan ji kanalên mezin ên cîhanê berhem nirxandine û pê de çû:
"Berhemên we di asta herî bilind a belgefilmên televîzyonî de ne, gelekî hevseng û bêalî ne û dikarin bi yên herî mezin ên cîhanê re bikevin pêşbirkê."
“Em dê bêhtir çîrokên navneteweyî bibêjin”
Birêvebirê Berhemanînê yê Tora Medyayî ya Rûdawê Rêbaz Elî ragihand:
"Îro ji bo Rûdawê û ji bo medyaya li Kurdistan û Îraqê rojeke tijî serbilindî ye.
Ev xelat û naskirin me bêhtir bibiryar dikin ku em di paşerojê de çîrokên bêhtir bibêjin ku bigihêjin asta navneteweyî."
Bernameya "Hîn jî Maye" ku bernameyeke lêkolînî û meydanî ya Tora Medyayî ya Rûdawê ye û girîngiyê dide mijarên aloz ên navxwe û herêmî, di kêmtirî salekê de 3 xelatên navneteweyî standin.
Bernameyê berê jî Xelatên Tellyê (Telly Awards) û Xelata Zêrîn a Stevieyê (Stevie Awards) standibûn.
Festîvala Cannesê ya Medya û Televîzyonê sala 2010an hatiye damezirandin û salane li bajarê Cannesê yê Fransayê tê sazkirin.
Festîval berhemên sazî û kanalên medyaya navneteweyî dinirxîne û tenê beşeke bijarte ya berheman Xelata Dolfînê werdigire.
Heta niha saziyên cîhanî yên wekî Bloomberg Media, Al Jazeera, Dengê Amerîkayê (VOA), Deutsche Welle û Discovery di vê festîvalê de hatine xelatkirin.

.webp&w=3840&q=75)

