Hewlêr (Rûdaw) - Nîqaşên li ser "pêvajoya çareseriyê" û "asayîbûnê" yên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê berdewam dikin.
Di vê çarçoveyê de têgehên wekî entegrasyon û asîmîlasyonê di nav siyasetmedarên Kurdan de bi berfirehî tên gotûbêjkirin.
Parlamenterê Wanê yê DEM Partiyê Sînan Çîftyurek bal kişand ser van têgehan û rexneyên tund li nêzîkatiya dewletê girtin.
Sînan Çîftyurek da zanîn ku tiştê ku li Bakur û Rojavayê Kurdistanê wekî entegrasyonê tê binavkirin, di rastiyê de asîmîlasyon e.
Çîftyurek diyar dike ku entegrasyona rasteqîn di navbera sîstemên wekhev an jî dewletên federal de pêk tê, ne bi tunekirina ziman û nasnameya miletekî.
Ew tekez dike ku daxwazên bingehîn ên Kurdan, qebûlkirina nasnameyê ya di destûra bingehîn de, perwerdeya neçarî ya bi Kurdî û xurtkirina xweseriya şaredariyan e.
Parlamenterê DEM Partiyê Sînan Çîftyurek bû mêvanê bultena Rûdawê û pirsên Hêvîdar Zanayê yên li ser van mijaran bersivandin.
Rûdaw: Bê guman li ser meseleya entegrasyon û pêvajoya çareseriyê jî gelek rexne û şîroveyên cuda hene. Yek ji wan jî ji aliyê Parlamenterê DEM Partiyê yê Wanê Birêz Sînan Çîftyurek ve hate kirin. Wî rexneyek kir, nivîseke dirêj nivîsand û sedemên wê jî eşkere kirin. Ew dibêje entegrasyon erê lê entegrasyoneke çawa? Ez ê ji Birêz Sînan Çîftyurek bipirsim. Dem baş birêz Çîftyurek, tu bi xêr hatî Rûdawê. Te gotareke dûr û dirêj li ser vê meseleyê nivîsandiye. Bi rastî min jî xwend, gelek karvedan li ser çêbûn. Ji bo guhertina ku li Rojavayê Kurdistanê çêbû û ya ku niha li Bakur jî tê kirin, bikaranîna gotina entegrasyonê çi qasî rast e? Mirov dikare navê entegrasyonê lê bike?
Sînan Çîftyurek: Gelekî spas, merhaba. Di serî de ez vê bibêjim ku ez bi navê DEM Partiyê naaxivim. Ev meseleya entegrasyonê ka çi ye, çi nîne, belkî em li ser bisekinin. Ya ku li Rojavayê Kurdistanê heye, ew entegrasyon nîne, asîmîlasyon e. Pêwîst nake em kûr li ser bisekinin. Na, va ye li Efrînê, li bajarê Kurdan, gelê Kurd, şagirtên Kurd, dayîkên Kurd derketine kolanan û daxwaz dikin ku ew bi zimanê xwe perwerdeyê bibînin. Ew dibêjin, 'Em 10 sal in bi zimanê Kurdî li dibistanan perwerde dibin, îro hûn zimanê Erebî didine ber me, bi zorê û bi mecbûrî, em vê yekê qebûl nakin.' Çi ye ev? Ev encama entegrasyonê ye. Pêwîst nake em li ser bisekinin.
Ji ber wê me çi got? Me got entegrasyon heye, entegrasyon heye. Entegre, em dizanin, dinya alem dizane ku wekî du tiştan e. Lê mirov bi sîstema xwe entegre bûne, bi sîstema dewletê bûne. Mînak em bibêjin Kurdistana federe, federal jî entegre ye. Bi dewleta federal a Îraqê ve entegre ye lê bi saziyên xwe entegre ye. Saziyên xwe yên sivîl û leşkerî hene. Em bibêjin ne hewce ye em dirêj bikin; Katalonya, Bask, Îrlandaya Bakur, Rûsya ku 89 xweseriyên wê hene, Amerîka, ev hemû entegre ne. Lê li van deran entegrasyon li ser sazî û du tiştan e. Yên sivîl û îdarî, ew ne tabiî sîstema serwer dibin. Li Rojava û li Bakurê Kurdistanê jî entegrasyoneke ku niha dixwazin bimeşînin, wekî mînak entegrasyona bi taybetî ya Erebî û Tirkî ye, ew ne entegrasyon e, ew asîmîlasyon e. Em wisa nav lê bikin, îro li Rojavayê Kurdistanê, jixwe li bajarên Kurdan derketiye holê.
Rûdaw: Birêz Çîftyurek hûn jî dizanin, entegrasyon bi rastî zêdetir ji bo koçberên ku ji cih û warên xwe derdikevin û diçin welatekî din tê bikaranîn. Yanî dixwaze bibêje ka ev kes çi qasî fêrî zimanê wî welatî bûye, çi qasî fêrî adet û çanda wî welatî bûye, entegre bûye yan nebûye. Lê ji bo miletekî li ser axa xwe, bikaranîna vê têgehê rast e gelo?
Sînan Çîftyurek: Ne rast e. Entegrasyona ku hûn qala wê dikin, em bibêjin niha li Ewropayê bi milyonan koçber hene, penaber hene. Ew dibêjin an Tirk hatine, an Ereb hatine, an kîjan milet hatiye vê derê, divê entegreyî sîstema me bin, çanda me bin. Lê entegrasyona ku em li ser diaxivin, em bibêjin di nav dewletekê de ji yekî zêdetir milet hene. Miletên bindest hene. Ew daxwaz dikin ku em bibêjin em ji van naqetin lê mafên xwe yên neteweyî jî bi sîstemekê bi kar bînin, ji bo wê xweserî, federalîzm û konfederalîzm hene. Ew jî entegrasyon e û ya esasî jî ew e, ya ku li Tirkiye û Sûriyeyê tê ceribandin û didin ber gelê Kurd ne entegrasyon, asîmîlasyon e. Wekî ku we got ji bo penaberan derbas dibe ne ji bo miletê me ku miletê me li ser axa xwe ye û dixwaze li ser axa xwe, bi nirx, ziman û çanda xwe veneqetin lê bi pergala Tirkiyeyê ve, bi sîstema Ereban ve, bi sîstema Farisan ve, em dixwazin yekîtiyê çêbikin, em dixwazin entegre bibin lê bi saziyên xwe, bi çanda xwe, bi zimanê xwe, ne wekî mirovekî tenê.
Rûdaw: Birêz Çîftyurek wê demê ez vê bipirsim. Hûn wekî Partiya Komunîst, çareseriyeke çawa dixwazin di vê demê de? Madem a ku niha tê kirin ne bi dilê we ye û rexneyên we li ser hene, divê çareserî çi be?
Sînan Çîftyurek: Gelekî spas. Niha me gelek caran anî ziman. Me got ku ji bo dewletên dagirker, an siyaseta çekdarî yan ya sivîl, ew hûrgilî ne. Kîjan bi hêz be, dewlet wê dike armanc. Ji îro û pê ve, li Bakurê Kurdistanê, li Rojavayê Kurdistanê dewlet armanc dikin ku aliyê çekdarî bê berdan. Em ne li dijî çekdanînê ne. Li Bakur em piştgiriyê didin çekdanînê lê piştî çekdanînê, xuya ye ku dewlet armanc dike ku siyaseta sivîl qels bike. Baş dizanin ku li Rojavayê Kurdistanê jî, li Bakurê Kurdistanê jî gelê Kurd bi milyonan gihîştiye hişmendiya xwe ya neteweyî û daxwazên xwe yên neteweyî, wekî asgarî daxwaz dike. Dixwaze zimanê xwe, hebûna xwe bê qebûlkirin. Lê îro em dinêrin ku li her du welatan jî, dewlet êrişî siyaseta sivîl dikin. Çi ye ew? Mesele li Bakurê Kurdistanê balkêş e. Li ser Amedsporê. Em bibêjin lêkolînek çêbû, yanî wekî Amedsporê jî nasnameyeke wê heye, nasnameya wê Kurd e. Êrişî wan lêkoleran dikin.
Di cîhanê de tîmeke werzişê, yanî spor bê nasname heye? Tune. Hemû tîmên werzişê nasnameya wan heye, an nasnameya tîmên Tirk, tîmên Alman, tîmên Fransizan, an jî tîmên bajaran. Amedspor jî tîma Kurdan e. Divê êdî Tirkiye vê yekê qebûl bike. Çek hatin danîn, eger hêviya wan ew be ku çek hatin danîn û Kurd hûn êdî dengê xwe mekin û daxwazên xwe neyînin ziman, ew şaşiyeke mezin e. Çek hatin danîn, îro herî zêde gelê Kurd, dayîkên Kurd, zarokên Kurd dê bibêjin em Kurd in, em daxwazên xwe yên neteweyî dikin. Îro herî zêde. Bi rêyeke aştiyane û demokratîk. Daxwaza me jî ew e, em dibêjin ku îro li Rojavayê Kurdistanê û li Bakur jî armanca me ew be, 3 xalên me yên girîng hene. Yek, hebûna miletê Kurd di destûra bingehîn de bê qebûlkirin. Dido, zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdeya mecbûrî, ne yê bijarte. Sê, xweseriya şaredariyên me zêde bibe. Ev her sê xal girîng in, eger siyaseta Kurdan bi rêyeke yekîtiyê li ser van bisekine, em dê bi ser kevin.
Rûdaw: Birêz Çîftyurek ez heta vê pirsê dikim tu dikarî avekê vexwî eger nêzîkî te hebe, ji ber ku ez dibînim qirika te piçekî zuha bûye. Ez dê di pirsa xwe de dixwazim vê yekê bibêjim; gelo hûn van gotûbêjan di nava DEM Partiyê de jî dikin? Ev rexneyên ku niha tu dikî, tu di civînên DEM Partiyê de jî dibêjî? Ev rexne tên qebûlkirin, gotûbêj li ser dibe gelo?
Sînan Çîftyurek: Yanî me gotiye, ez li ser navê DEM Partiyê naaxivim lê ev daxwazên DEM Partiyê jî ne. Kîjan daxwaz in? Yên ku me anîn ziman; yanî hebûna miletê Kurd di destûra bingehîn de bê qebûlkirin, zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdeyê û xweseriya şaredariyên me zêde bibe, bihêz bibe. Bi qenaeta min ev jixwe di serî de parastina DEM Partiyê ye jî. Ji bo wê daxwazên wan in jî. Di nav DEM Partiyê de li ser van mijaran ez bawer im ku nîqaş jixwe berdewam dikin. Ew civînan çêdikin, bajar bi bajar, welat bi welat li ser van nîqaş dikin.
Rûdaw: Ez vê jî di dawiyê de bipirsim. Hûn di nava milet de ne, rojane hûn digerin. Xelk çi qasî li gel vê siyaset û çareseriyê ye? Gelo bi başî ji wan re tê ravekirin ka entegrasyon çi ye, mebesta entegrasyonê çi ye?
Sînan Çîftyurek: Ez beriya vê bi hefteyekê li bajaran geriyam, li ser karkerên demsalî. Derfet nebû ez wan jî parve bikim, herî zêde jin û zarok bûn. Me qala pirsgirêkên wan ên civakî kir. Lê wan çi pirs kirin hûn dizanin? Gotin, 'Em dizanin barê me giran e, mûçeyên me gelekî kêm in, em di bin xetereyê de 11 saetan ji bo 800 lîreyî dixebitin. Lê meseleya me meseleya Kurdan e.' Ev pêvajo çi ye, çi tê de heye ji bo me? Ya duyem, îro dibêjin pêvajo heye, îro dibêjin aştî heye, çek hatin danîn lê li Duzce û Zonguldakê êrişî me dikin. Êrişên nijadperestî tên rojevê. Divê dewlet berê pêşiya van êrişan bigire. Kesên di girtîgehan de tên berdan. Yên li ser çiyayan werin. Dibêje 'ez ê wan islah bikim'. Esas yên ku divê bên islahkirin, ew in ku di kolanan de êvaran êrişî gelê Kurd dikin. Stranên Kurdî dibihîzin, berde stranê, Kurdekî dibînin û qebûl nakin. Heke dewlet aştiyeke mayînde û demokrasiyekê dixwaze, divê herî zêde li ser vê yekê bisekine. Divê pêşî wê pêla nijadperestiyê bişikîne.
Rûdaw: Gelekî spas Birêz Sînan Çîftyurek, Parlamenterê DEM Partiyê tu ji Amedê li gel me bûyî, zor zor spas.
Sînan Çîftyurek: Mala we ava.


