Hewlêr (Rûdaw) - Alîkarê Fermandarê Hêzên Ewlehiya Giştî yê parêzgeha Hisîçayê Siyamend Efrîn ji Rûdawê re ragihand ku dê heta sibe hinek şervanên dîk yên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ên li cem hikûmetê bên berdan.
Siyamend Efrîn her wiha da zanîn ku ji bo vegera koçberan amadekarî hatine kirin.
Siyamend Efrîn diyar kir ku dê di 4 rojên bê de 1035 malbatên koçber wekî karwanê duyem vegerin cih û warên xwe yên li Serê Kaniyê.
Karwanê yekem a ku ji 410 malbatan pêk dihat 10ê Tebaxa 2026an vegeriyabû Serê Kaniyê.
Tê nûkirin...



