Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Misircê ya parêzgeha Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê otomobîlekê li du pismaman xist û her du mirin.
Li gundê Seartayê yê Misircê şeva borî otomobîlekê li Yahya Cangirê 21 salî û Caner Cangirê 22 salî xist ku wan dixwest derbasî aliyê din ê rê bibin.
Di vê qezayê de her du pismam li cihê bûyerê mirin.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û hêzên ewlehiyê çûn cihê bûyerê.
Tîmên tenduristiyê termên her du pismaman ji bo karên otopsiyê birin mirîxaneya Nexweşxaneya Dewletê ya Misircê.
Ji ber mirina her du pismaman li ber nexweşxaneyê qerebalixiyeke zêde çêbû.


