Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan ji bo Mehdî Zana got, "Mehdî Zana ne tenê siyasetmedarek bû, ew di heman demê de sembola berxwedanê bû."
Bakirhan her wiha diyar kir, "Em dê wê têgihiştina birêvebiriya xwecihî ya demokratîk bidomînin ku ew qîrîna bindestan û Kurdan bû."
Siyasetmedarê Kurd û Şaredarê berê yê Amedê Mehdî Zana, pêr li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin koça dawî kir.
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û şandeya li gel wî li Amedê beşdarî şîna Şaredarê berê yê Amedê Mehdî Zana bûn.
Di şandeyê de Alîkara Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Pervîn Buldan, Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan û gelek parlamenter hebûn.
Bakirhan li gel Leyla Zanaya hevjîna Mehdî Zana civiya û hevxemiya xwe nîşan da.
"Di dîroka şaredariyê ya Tirkiyeyê de bû mînak"
Tuncer Bakirhan piştî serdana şînê ji rojnamegeran re axivî û bal kişand ser mîrateya siyasî ya ku Mehdî Zana li pey xwe hiştiye.
Bakirhan diyar kir ku Mehdî Zana di serdemên herî zor de modeleke gelparêz pêşkêş kiribû û got:
“Îro em gelekî xemgîn in, me nirxekî xwe yê mezin winda kir.
Mehdî Zana tenê nûnertiya serdemeke borî nake, ew di heman demê de navê berxwedanekê û sekinandineke birûmet e.
Ew kesayetiya ku di demên herî zor û zehmet de birêvebiriyên xwecihî yên gelparêz û demokratîk pêk anîn û di dîroka şaredariyê ya Tirkiyeyê de bû mînak.”
"Deng û qîrîna gelê Kurd bû"
Bakirhan berxwedana Mehdî Zana ya li Girtîgeha Amedê ya piştî darbeya leşkerî ya 12ê Îlonê bi bîr anî û bal kişand ser rola wî ya di têkoşîna nasnameyê de û got:
“Ew deng, bêhn û qîrîna berxwedana li girtîgehan, bindestan û gelê Kurd bû.
Wekî siyasetmedarekî ku ti carî serî netewand, gelek tişt fêrî me kirin.
Di tariya 12ê Îlonê de li Girtîgeha Amedê bi sekina xwe ya bi rûmet xwedî li ziman, nasname û çanda xwe derket û nirxekî ku nayê jibîrkirin ava kir.
Em serbilind in ku wî nas dikin û ramanên wî dizanin.”
"Em dî têgihiştina wî ya demokratîk bidomînin"
Bakirhan di axaftina xwe de qala wekheviya di navbera Şaredarê Fatsayê "Terzî Fikrî" (Fikrî Sonmez) û Terzî Mehdî (Mehdî Zana) de jî kir û got:
“Her du 'Terzî' jî ji bo gelên xwe xwedî nirxekî mezin in. Erka li ser milê me ew e ku em wê têgihiştina birêvebiriya xwecihî, şefaf û demokratîk a ku Mehdî Zana û Terzî Fikrî li pey xwe hiştine bi biryardarî bidomînin. Serê gelê Kurd û malbata Zanayan sax be.”



