Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Perwerdeyê yê Herêma Kurdistanê Alan Heme Seîd serdana Saziya Perwerdeyê ya Cambridgeyê ya Silêmaniyê kir.
Alan Heme Seîd ragihand ku Murîd û Ademê ku bi wêneyên xwe yên di xwenîşandanên piştgiriya Rojavayê Kurdistanê de hatine girtin û bala xelkê kişandibû ser xwe, bursên bêpere wergirtin.
Wezîrê Perwerdeyê yê Herêma Kurdistanê Alan Heme Seîd û Birêvebirê Giştî yê Perwerdeyê yê Silêmaniyê Nejad Ebdulah îro serdana Saziya Perwerdeyê ya Cambridgeyê kir.
Di dema serdanê de Murîd û Ademê ku bi wêneyên xwe yên di xwenîşandanên piştgiriya Rojavayê Kurdistanê de li ser medyaya civakî bûn trend, li cem xwe anîn saziyê.
Alan Heme Seîd spasiya xwe ji bo dabînkirina derfetên perwerdeyê ji hêla Saziya Perwerdeyê ya Cambridgeyê ve ji bo Murîd û Adem anî ziman û spasiya rayedarên saziyê kir.
Wezîr diyar kir ku Murîdê ji Silêmaniyê li Saziya Perwerdeyê ya Cambridgeyê ji pêşdibistanê û pê ve dest bi perwerdeyê kiriye û bursa bêpere ya ji bo tevahiya perwerdeyê, wergirtiye.
Seîd diyar kir ku xwişka Murîd jî bursek wergirtiye û tekez kir ku ev ne tenê ji bo Murîd lê ji bo malbata wî jî piştgiriyek e.
Wezîrê Perwerdeyê yê Herêma Kurdistanê ragihand ku ji bo Adem û xwişka wî jî li Saziya Perwerdeyê ya Cambridgeyê bixwînin, bursên xwendinê ji wan re hatine dabînkirin.
Seîd diyar kir ku ev derfetên perwerdeyê bi înîsiyatîva Saziya Perwerdeyê ya Cambridgeyê bi xwe hatine dabînkirin û spasiya rayedarên saziyê û malbatên Murîd û Adem kir.
"Em jî ji Murîd û Adem welatparêzî û mirovahiyê fêr dibin"
Birêvebirê Saziya Perwerdeyê ya Cambridgeyê her wiha di daxuyaniya xwe de diyar kir ku îro ji bo Murîd û Adem roja yekem a dibistanê ye û her du zarok di xwenîşandanên piştgiriya Rojavayê Kurdistanê de bûne sembolên welatparêzî û mirovahiyê.
Birêvebir diyar kir ku her du zarok ne tenê li ser navê xwe lê di heman demê de bi malbatên xwe re jî hatine qebûlkirin û çavkaniyên pêwîst ji bo Murîd û Adem hatine dabînkirin da ku bi xwişk û birayên xwe re perwerdeya xwe bidomînin.
Birêvebirê dibistanê diyar kir ku perwerdeya zarokan dê heta 14 salan were piştgirîkirin û got:
"Eger ew di bernameya me de bimînin û puanên baş bistînin, em dixwazin ew perwerdeya xwe li zanîngehên baş bibin serî.
Ez hêvî dikim ne tenê li Herêma Kurdistanê ew dê li cîhanê perwerdeya xwe temam bikin û xizmeta welatê xwe bikin."
Birêvebirê dibistanê tekez kir ku her du zarok ne tenê di warê zanist û zanînê de xwendekar in û lê zêde kir:
"Em ji bo wan çavkaniya zanist û zanînê ne lê ew jî ji bo me çavkaniya welatparêzî û mirovahiyê ne, ji lew re spasiya wan dikin."
Birêvebirê Cambridgeyê her wiha spasiya dayik û bavê Murîd û Adem kir û got:
"Em jî spasdarê wan in ku zarokên wisa mezin kirine. Ez hêvî dikim ku ew dê ji bo nifşên paşerojê bibin mînak û evîna welat veguhêzin nifşên nû."
Birêvebirê dibistanê her wiha spasiya Wezîrê Perwerdeyê yê Herêma Kurdistanê Alan Heme Seîd û Wezareta Perwerdeyê kir û ragihand ku biryara ku çapkirina wêneyên Murîd û Adem li ser bergê pirtûkên waneya zimanê Kurdî yên pola yekem û şeşem, ji bo wan serbilindiyeke mezin e.
Murîd û Adem li ser medyaya civakî bûbûn trend
Murîd û Ademê bi wêneyên xwe yên ku di xwenîşandanên piştgiriya Rojavayê Kurdistanê de hatine girtin, li ser medyaya civakî bûbûn trend.
Biryar hat dayîn ku wêneyê Adem ê dema ew bi qeysik û alaya li ser milê xwe beşdarî xwenîşandanên li Hewlêrê bûbû, li ser bergê pirtûka dersa zimanê Kurdî ya pola 6an be û wêneyê Murîd ku dema hêj du salî bû li Silêmaniyê bi mijok û Alaya Kurdistanê ya li xwe pêçayî hatibû girtin, li ser bergê pirtûka dersa zimanê Kurdî ya pola 1an be.



