Hewlêr (Rûdaw) - Li nêzîkî gundê Kanî Maranê yê Helebceyê di axwirekê de teqînek çêbû û 2 kes mirin.
Berdevkê Polîsan ê Helebceyê Akam Qutbedîn îro li ser teqînê Rûdawê re axivî.
Akam Qutbedîn got, "Di teqînê de 2 kes di bin dar û banê axwirê de mane û wan canê xwe ji dest daye."
Berdevkê Polîsan ê Helebceyê da zanîn ku ew hîn nizanin bê birîndar hene an na.
Qutbedîn her wiha anî zimên, "Em nizanin teqîn ji ber kîjan madeyê çêbûye."
Berdêvkê polîsan da zanîn yên ku di teqînê de mirine mêr in û termê wan birine saziya bijîşkî ya dadî.
Piştî bûyerê hêzên ewlehiyê çûn cihê bûyerê û wan dest bi lêkolînan kir.
Tê nûkirin...

.webp&w=3840&q=75)
