Hewlêr (Rûdaw) - Li Loristanê du xwişkên cêwî yên 6 salî xeniqîn.
Birêvebirê Parastina Sivîl a Xuremawayê eşkere kir ku termên her du xwişkan li Çemê Sêzarê hatine dîtin.
Ev bûyer doh (30ê Tebaxa 2026an) li Xuremawaya parêzgeha Loristanê ya Rojhilatê Kurdistanê qewimiye.
Birêvebirê Parastina Sivîl a Xuremawayê Ebuzer Musewî ragihand ku du xwişkên cêwî yên 6 salî yên bi navên Sitayiş û Niyayiş Beyranwend li Sûlava Bîşeyê xeniqîne.
Term hatin dîtin
Ebuzer Musewî diyar kir ku piştî bûyerê tîmên wan dest bi lêgerînê kiriye û pê de çû:
"Piştî hewleke zêde, termê zarokekê ji aliyê xelkê herêmê ve hat dîtin. Termê din jî ji aliyê hinek masigiran ve ji nav Çemê Sêzarê hatiye derxistin."
Hişyarî
Birêvebirê Parastina Sivîl a Xuremawayê hişyarî da xelkê ku dema diçin Sûlava Bîşeyê, ji bo parastina xwe pêbendî rêzikan bin.
Sûlava Bîşeyê 65 kîlometreyan dûrî Xuremawayê û 30 kîlometreyî li başûrrojhilatê bajarê Durudê ye.
Bilindiya vê sûlavê nêzîkî 48 metreyan e û diherike nav Çemê Sêzarê.


.webp&w=3840&q=75)
