Hewlêr (Rûdaw) - Li Rojavayê Kurdistanê li dijî biryara hikûmeta Sûriyeyê ya li ser zimanê Kurdî xwenîşandanên berfireh tên lidarxistin.
Wezîrê Perwerdeyê yê Sûriyeyê Mihemed Tirko 27ê Tebaxa 2026an biryara bi hejmara 2068/943 a li ser rewşa zimanê Kurdî ya li Rojavayê Kurdistanê derxist.
Ev biryar derfetê dide ku zimanê Kurdî wekî zimanekî niştimanî li dibistanên fermî û taybet ên li deverên Kurdan bibe beşeke mifredatê.
Li gorî biryarê, xwendekar dê di heftiyê de 3 demjimêran bi Kurdî bixwînin.
Di sala yekem a pêkanîna biryarê de, xwendekar dikarin waneyên zanistên civakî (dîrok, cografya û felsefe) bi Erebî yan jî Kurdî bixwînin.
Lê waneyên zanistî yên wekî bîrkarî, fîzîk, kîmya û biyolojî dê bi zimanê Erebî bin.
Li Rojavayê Kurdistanê xwenîşandan
Xwendekar û mamosteyên ku bi salan e hemû waneyan bi Kurdî dixwînin, red dikin perwerdeya bi zimanê Kurdî bi demjimêran were sînordarkirin.
Di vê çarçoveyê de li 7 bajarên Rojavayê Kurdistanê banga giştî hat kirin ku îro demjimêr 18:00an xwenîşandan werin lidarxistin.
Di xwenîşandanên hevwext de dê bang li hemû pêkhateyan were kirin da ku mafê perwerdeya bi zimanê dayikê li ser bingeha dadwerî û wekheviyê were parastin.
Gel li heft bajaran dadikeve qadan
Îro mamoste, xwendekar, malbatên xwendekaran û çalakvanên sivîl dê li van cihan li hev bicivin û doza zimanê xwe bikin:
Qamişlo: Bajarê Ciwanan
Hisîça: Çerxerêya Kevokê
Dêrik: Qada Azadiyê
Amûdê: Çerxerêya Neynikê
Dirbêsiyê: Çerxerêya Neynikê
Tirbespî: Çerxerêya Azadiyê
Girkê Legê: Qada Giştî

.webp&w=3840&q=75)
