Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgarê Hisîçayê Nûredîn Ehmed di çarçoveya pêvajoya entegrasyona birêvebirî û saziyên hikûmetê de bi desteyeke ji Wezareta Veguhastinê re civiya.
Li gorî daxuyaniya Parêzgariya Hisîçayê, di civînê de gavên pêwîst ên ji bo entegrekirina Şaxa Hisîçayê ya Birêvebiriya Veguhastinê hatine nîqaşkirin.
Her wiha rêxistinkirina kar û yekgirtina rêkarên kargêrî (îdarî) û teknîk hatine gotûbêjkirin.
Li gorî Parêzgariya Hisîçayê, armanc ew e ku xizmet bêyî navber ji welatiyan re bên pêşkêşkirin.
Di civînê de pêdiviyên qonaxa pêşiya me û rêbazên hevahengiyê yên di navbera aliyên têkildar de jî hatine nîqaşkirin.
Beşdarên civînê di heman demê de li ser baştirkirina kar û xizmetguzariyên ji bo welatiyan rawestiyane.



