Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Hisîçayê yê Rojavayê Kurdistanê, bi dehan mamosteyan li ber avahiya Birêvebiriya Perwerdeyê xwenîşandaneke nerazîbûnê li dar xist.
Mamosteyan biryara Wezareta Perwerdeyê ya li ser zimanê Kurdî red kir.
Di çalakiyê de qala girîngiya zimanê dayîkê hat kirin.
Her wiha mamosteyan daxuyaniyek xwend û hinek daxwazên xwe yên sereke anîn zimên.
Wan xwest ku perwerde bi zimanê Kurdî were misogerkirin û Kurdî ne tenê wekî dersekê were dayîn.
"Divê mafê fêrbûna zimanê dayîkê were garantîkirin"
Xwenîşanderan xwest ku mafê hemû xwendekarên Kurd ên li Sûriyeyê ji bo fêrbûna zimanê xwe yê dayîkê were garantîkirin.
Mamosteyan got ku divê planek were danîn da ku gav bi gav perwerdeya bi zimanê Kurdî derbasî pratîkê bibe.
Dersên çand û dîroka Kurdan
Yek ji daxwazên wan ên sereke ew bû ku dersên çand û dîroka Kurdan di nav bernameyên niştimanî de werin bicihkirin.
Her wiha wan xwest ku di xwendina bilind de jî beşên taybet ji bo amadekirina pisporan werin vekirin û yasa vê yekê garantî bike.
Daxuyanî wiha ye:
“Me ew biryara Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyeyê nirxand ku 27ê Tebaxa 2026an derketiye.
Ev biryar li ser sererastkirina rênimayên pêkanîn e û bi taybetî qebûlkirina zimanê Kurdî di dibistanên navîn de wekî zimanekî xwendinê li xwe digire.
Ev gav ji bo naskirina fermî ya zimanê Kurdî bipêşketineke girîng e. Lê em tekez dikin ku tevî girîngiya wê, ev naskirin pêwîstî bi pêşxistina qanûnî û perwerdeyî heye. Bi vî awayî dê bikaranîna mafê zimanî bi awayekî bêkêmasî were misogerkirin.
Mafê perwerdeya bi zimanê dayîkê
Mijar ne tenê zêdekirina zimanê Kurdî wekî waneyeke xwendinê ye. Ev yek mafekî zimanî ye ku bi wekhevî, çand û perwerdeya bi zimanê dayîkê ve girêdayî ye. Her wiha ev mafê zarok û xwendekaran e ku bi zimanê xwe yê dayîkê fêr bibin û zanînê bi dest bixin.
Em dibînin ku di navbera `fêrkirina zimanê Kurdî` û `perwerdeya bi zimanê Kurdî` de cudahiyeke cewherî heye. Fêrkirina ziman a sê demjimêran di hefteyê de gaveke destpêkê ye lê têr nake. Ev têr nake ku zimanê Kurdî bibe zimanê perwerde û zanînê. Nabe ku ev biryar ji bo vî mafî bibe sînorê dawî.
Her wiha em tekez dikin ku mafê zimanî nabe mafekî erdnîgarî. Nabe ku ev maf bi `hejmareke berçav` a welatiyên Kurd ên li devereke diyarkirî ve were girêdan. Zimanê dayîkê bi guhertina cihê jiyanê nayê guhertin. Xwendekarên Kurd li kîjan dera Sûriyeyê bin jî divê mafê wan ê fêrbûna bi zimanê wan ê dayîkê ji dest neçe.
Divê xwendekarên niha jî sûdê werbigirin
Em tekez dikin ku divê ew xwendekarên ku niha li dibistanan dixwînin jî li ber çavan werin girtin. Nabe ku sûdwergirtina ji vê siyaseta nû tenê bi nifşên paşerojê ve sînordar bimîne. Ji ber ku îro nifşek heye ku bi salan ji mafê fêrbûna bi zimanê xwe yê dayîkê bêpar maye.
Ji bo sererastkirina vê bêpariya zimanî, divê bernameyên taybet û qerebûyî werin amadekirin. Divê ev bername li gorî temen û asta xwendinê ya xwendekarên niha bin.
Her wiha em diyar dikin ku xurtkirina zimanê Kurdî nayê wateya dûrxistin an jî kêmkirina nirxê zimanê Erebî. Beravajî, ev yek tê wateya avakirina pergaleke perwerdeyê ya duzimanî. Ev pergal zimanê dayîkê yê xwendekaran diparêze. Di heman demê de xurtbûna wan a di zimanê Erebî û fêrbûna zimanên biyanî de jî misoger dike. Bi vê yekê wekhevî, pêwendî û yekîtiya neteweyî xurttir dibin.
14 daxwazên sereke
Ji ber vê yekê, daxwazên me ev in:
1- Biryara wezaretê ya hejmar 68/943 were bipêşxistin. Divê ev biryar fêrbûna bi zimanê Kurdî misoger bike, ne ku tenê wekî waneyekê bimîne.
2- Mafê xwendekarên Kurd ê fêrbûna bi zimanê dayîkê li hemû deverên Sûriyeyê were misogerkirin. Nabe ku ev maf bi cihê jiyanê an jî bi rêjeyeke diyarkirî ya nifûsê ve were girêdan.
3- Divê ew nezelaliya di îfadeya "herêmên ku rêjeyeke berçav a welatiyên Kurd lê hene" ji holê rabe. Divê pîvanên zelal û eşkere werin danîn da ku cudahiya di navbera xwendekaran de ji holê rabe.
4- Nabe ku di hefteyê de tenê 3 wane wekî sînorê dawî yê fêrbûna zimanê Kurdî werin qebûlkirin.
5- Divê planeke demkî û zelal were danîn da ku qonax bi qonax derbasî perwerdeya bi zimanê Kurdî bibin. Divê hejmara waneyan were zêdekirin heta ku bigihîje pergaleke perwerdeya duzimanî.
6- Divê ew xwendekarên ku niha li dibistanan in jî ji vê siyaseta nû ya perwerdeyê sûdê werbigirin. Nabe ku ev maf tenê ji bo nifşên paşerojê bimîne.
7- Divê ew mamoste werin amadekirin ku dikarin di hemû ast û beşan de bi zimanê Kurdî perwerdeyê bidin. Nabe ku ev yek tenê bi mamosteyên zimanê Kurdî ve were sînordarkirin.
8- Divê sûd ji wan tecrubeyan were wergirtin ku berê di warê perwerdeya bi zimanê Kurdî de çêbûne. Bi hezaran mamoste û karmendên perwerdeyê xwedî tecrube ne. Divê rê li ber wan were vekirin da ku bi awayekî akademîk beşdarî pêvajoya perwerdeya fermî bibin û neyên paşguhkirin.
9- Divê têgehên zanistî û akademîk ên pêwîst werin amadekirin û bipêşxistin.
10- Divê çand, wêje, dîrok û kevneşopiyên Kurdî bi awayekî zanistî û hevseng li bernameyên neteweyî werin zêdekirin. Bi vî awayî dê pêwendiya çand û dîroka civaka Sûriyeyê derkeve pêş.
11- Divê perwerdeya zimanê Erebî li gel zimanê Kurdî berdewam be. Her wiha divê perwerdeya duzimanî wekî rêyeke xurtkirina wekheviya derfetan were qebûlkirin, ne ku zimanek ji zimanekî din baştir were dîtin.
12- Divê di xwendina bilind de ji bo amadekirina mamoste, lêkolîner û pisporan derfetên perwerdeya bi zimanê Kurdî werin vekirin. Divê lêkolînên zanistî û hilberîna zanînê ya di asta akademîk de werin piştgirîkirin.
13- Divê zimanê Kurdî nebe waneyeke asayî û negirîng a îmtîhanan. Pêwîst e ku zimanê Kurdî di hemû aliyên jiyana dibistanê û perwerdeyê de bi awayekî rastîn hebe.
14- Divê ji bo mafên zimanî û perwerdeyî yên welatiyên Kurd garantiyeke qanûnî û destûrî were dayîn. Nabe ku ev maf bi biryareke îdarî ve girêdayî be ku her gav dikare were guhertin an betalkirin.
Tecrubeya 14 salan
Em tekez dikin ku naskirina zimanê Kurdî gaveke girîng e. Lê naskirina rastîn ne tenê ew e ku ev ziman li tabloya waneyan were zêdekirin. Naskirina rastîn ew e ku xwendekar karibin vî zimanî di fêrbûn, raderbirîn û hilberîna zanînê de bi kar bînin.
Her wiha em diyar dikin ku tecrubeya 14 salan a fêrkirina bi zimanê Kurdî, hebûna pisporî, bername û kadroyên perwerdeyê destkefteke girîng e. Pêwîst e ev wekî çavkaniyeke perwerdeyî were dîtin ku dikare were bipêşxistin û di asta neteweyî de sûd jê were wergirtin. Nabe ku ev wekî tecrubeyekê were dîtin ku divê were paşguhkirin.
Her wiha hebûna bi hezaran mamosteyên pispor ên ku bi zimanê Kurdî perwerdeyê didin derfeteke mezin e. Ev derfeteke rastîn e ji bo wezaretê da ku li şûna destpêkirina ji sifirê, pergaleke giştîtir ava bike.
Rêzgirtina çandan yekîtiyê xurttir dike
Her wiha em tekez dikin ku mafê zimanî mafekî heyî ye û ne sozeke demborî ye. Her siyaseteke sererastker divê li gel nifşên paşerojê, wan xwendekarên ku niha li dibistanan in jî li xwe bigire.
Rêzgirtina cihêrengiya zimanî û çandî yekîtiya neteweyî lawaz nake, belkî wê xurttir dike. Wekheviya rastîn nayê wateya jiholêrakirina cudahiyan. Berovajî, ew tê wateya misogerkirina mafên hemû welatiyan bêyî ti cudahiyê.”


