Hewlêr (Rûdaw) - Îro piştî nîvro li Hewlêrê zilamekî êrişî mala xezûrê xwe kir. Wî dişa xwe (xwişka hevjîna xwe) kuşt, hevjîn û xezûrê xwe jî birîndar kirin.
Li gorî agahiyên destpêkê yên ku ji hêzên ewlehiyê gihîştine Rûdawê, wî zilamî îro ji ber pirsgirêkeke civakî ya bi hevjîna xwe re ev tawan kiriye.
Hat zanîn ku ew û hevjîna xwe di qonaxa hevberdanê de bûn.
Çavkaniyan da zanîn ku îro beriya rûdanê, her du alî li çûne dadgehê.
Piştî bidawîbûna rûniştina dadgehê, zilam çûye mala xezûrê xwe û wî ew dane ber guleyan.
Şopa guleyan
Bijîşkiya Dadî ya Hewlêrê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand:
“Termê wê jina ku di bûyerê de hatiye kuştin, derdora demjimêr 16:30î gihîştiye Bijîşkiya Dadî.”
Bijîşkiya Dadî ya Hewlêrê destnîşan kir ku jin 30 salî ye û şopên çend guleyan bi laşê wê ve hebûn.
Bijîşkiya Dadî her wiha amaje pê kir ku rêkarên yasayî û otopsiya term hatine kirin.
Niha amadehî tên kirin da ku term radestî malbatê were kirin.
Tometbar reviyaye
Li hêla din, niha polîs gihîştine cihê bûyerê û wan ji bo desteserkirina tohmetbar dest bi lêpirsîn û lêgerînê kiriye.


