Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgariya Amedê ragihand ku piştî daliqandina posterên gerîlayên PKKyê yên li hinek kolanên bajêr, 4 kes hatine desteserkirin.
Parêzgariyê destnîşan kir ku ev ne bûyereke giştî ye û li navenda bajêr belav nebûye.
Van demên dawî li ser platformên medyaya civakî hinek dîmen û wêne belav bûbûn.
Di wan dîmenan de xuya dibû ku hinek kesan wêneyên gerîlayên PKKyê li kolanên Ameda Bakurê Kurdistanê daliqandine.
Li ser vê bûyerê Parêzgariya Amedê daxuyaniyek belav kir û ragihand ku daliqandina posteran a li çend kolanên biçûk “ne bûyereke organîzekirî” ye.
Her wiha hat destnîşankirin ku ev rewş li seranserê bajêr belav nebûye.
Hêzên ewlehiyê dest bi lêkolînê kir
Li gorî daxuyaniya parêzgariyê, piştî ku hat destnîşankirin posterên gerîlayan li çend cihan hatine daliqandin, hêzên ewlehiyê dest bi lêkolînê kiriye.
Di encama xebatên polîsan de 4 kesên ku hatibû tesbîtkirin di vê çalakiyê de cih girtiye, îro hatin desteserkirin.
Parêzgariyê ev çalakî wekî “çalakiyên neyasayî” pênase kir û got, “Em dê li gorî yasayan midaxeleyî wan çalakiyan bikin ku pêvajoya Tirkiyeya Bêteror dikin armanc.
Em dê li dijî her cure hewldanên ku aramiya gel û biratiya civakê dikin armanc, bi awayekî biryardar tevbigerin.”


