Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Milazgirê ya Mûşê welatiyê bi navê Evren Yildiz dema ku ajelên xwe diçêrandin birûskê lê da û mir.
Bûyer doh bi şev li gundê Xeraba Qasmikê yê Milazgirê ya parêzgeha Mûşê ya Bakurê Kurdistanê qewimî.
Li gorî agahiyan, dema ku Evren Yildizê 33 salî li mêrga gund di avhewaya bi baran de ajelên xwe diçêrandin birûskê lê da.
Evren Yildizê ku karê şivantiyê dikir ji ber lêdana birûskê li cihê bûyerê mir.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.
Tîman cenazeyê Yildiz ji bo otopsiyê bir Nexweşxaneya Dewletê ya Milazgirê.



