Hewlêr (Rûdaw) - Siyasetmedarê Kurd û Şaredarê berê yê Amedê Mehdî Zana, li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin koça dawî kir.
Zana ji ber nexweşiya KOAHê beriya demekê rakiribûn nexweşxaneyê û ew xistibûn beşa lênêrîna hûr.
Hat diyarkirin ku Mehdî Zana li Amedê li nexweşxaneyeke taybet, derdora demjimêr 18:35an ji ber jikarketina gelek organan canê xwe ji dest daye.
Xizmên Zana ji Rûdawê re axivîn û wan da zanîn ku ew dê sibe nîvro li Goristana Yenîkoyê ya Amedê bê veşartin.
Mehdî Zana kî ye?
Mehdî Zana 20ê Kanûna Pêşîna 1940î li navçeya Farqînê ya Amedê ji dayîk bû.
Paşnavê wî yê berê “Bilicî” bû. Wî paşê paşnavê xwe guherand û kir “Zana” ku di Kurdî de heman wateyê dide.
Mehdî Zana di navbera salên 1977-1980yî de Serokatiya Şaredariya Amedê kir.
Ew yek ji fîgurên herî girîng ên tevgera siyasî ya Kurdan bû.
Her wiha wekî siyasetmedar, çalakvan û nivîskarekî Kurd dihat naskirin.
Jiyana siyasî û serokatiya şaredariyê
Serdema TÎPê: Zana sala 1963yan tevlî Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) bû û dest bi kariyera xwe ya siyasî kir. Zana sala 1965an bû serokê TÎPê yê navçeya Farqînê.
Serokatiya Şaredariya Amedê: Di hilbijartinên xwecihî yên sala 1977an de wekî namzedekî serbixwe bû Serokê Şaredariya Amedê. Wî ev peywira xwe heta darbeya leşkerî ya 12ê Îlona 1980yî domand.
Salên zindanê û sirgûniyê
Serdema Girtîgeha Amedê: Piştî darbeya leşkerî ya 12ê Îlonê hat girtin.
Zana li Girtîgeha Amedê ya Nimre 5an a navdar ku êşkenceyên giran lê dihatin kirin bi salan di hefsê de ma.
Wî bi giştî 16 salên jiyana xwe di zindanê de derbas kirin.
Zana ji ber xebatên xwe yên di xeta Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK / Rêya Azadî) û DDKOyê de di dozên sereke de hat darizandin.
Zana bi îdiayên "cudaxwazî" û "propagandaya Kurdî" derket pêşberî dadgehê.
Ewropa û jiyana sirgûniyê: Piştî ku ji zindanê derket, bi salan wekî penaberekî siyasî li welatên Ewropayê yên wekî Swêd û Almanyayê jiya.
Zana sala 2004an vegeriya Tirkiyeyê.
Jiyana malbatî û berhemên wî
Zewaca wî: Mehdî sala 1975an bi Leyla Zanayê re zewicî.
Leyla Zana yek ji parlamenterên jin ên Kurd ên yekem ên Tirkiyeyê ye û xwediya Xelata Ramanê ya Sakharovê ya navneteweyî ye.
Ji vê zewacê du zarokên wan hene.
Pirtûkên wî: Zana gelek pirtûk nivîsandine ku tê de qala bîranînên xwe yên zindanê û têkoşîna siyasî ya Kurdan dike.
Pirtûkên wî ev in: Li Bendê Be Amed (1991), Rojnivîsa Hovîtiyê - Ji Zindanên Amedê) (1992), Leylaya Delal - Ew Şev Sirgûniyeke Dirêj Bû (1995), Zelal Ji Nû Ve Jidayîkbûn (1996).



