Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab ragihand ku Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî wekî nûnerê gelê Kurdistanê û li gorî qanûnê, di yekkirina aliyan a li Bexdayê û navbeynkariya li ser asta herêmê û navneteweyî roleke girîng de dilîze.
Dilşad Şehab her wiha got, "Nêçîrvan Barzanî karîbûye hevsengiyekê di navbera berjewendiyên herêmê û parastina mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê de çêbike."
Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab ji Nûçegihanê Rûdawê Rence Cemal re ragihand, serdanên berdewam ên Nêçîrvan Barzanî yên ji bo Bexdayê û piştgiriya wî ya ji bo hikûmeta Elî Zeydî, bandoreke erênî li ser aramiya Îraqê kiriye.
Şehab her wiha got, "Serokê Herêma Kurdistanê berdewam ji bo civînên bilind ên Îraqê tê vexwendin. Ev jî nîşana baweriya hemû aliyan a bi rola wî ya hevseng e."
Dilşad Şehab bal kişand ser rola Nêçîrvan Barzanî ya di dosyeya Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê de.
Şehab eşkere kir kur Nêçîrvan Barzanî roleke bibandor di nêzîkkirina nêrînên HSDyê û hikûmeta Sûriyeyê de lîstiye û vê yekê jî hiştiye ku ji bo parastina mafên Kurdan ên li Sûriyeyê "peymaneke dîrokî" pêk bê.
Dilşad Şehab rola Nêçîrvan Barzanî ya di siyaseta navneteweyî de wiha anî zimên, "Beşdariya Serokê Herêma Kurdistanê ya di Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê de û hevdîtinên wî yên li gel serkirdeyên cîhanê, pêgeha Herêma Kurdistanê wekî aktorekî sereke yê li herêmê bihêztir kiriye. Wî karîbûye di navbera nakokiyên zilhêzan de, berjewendiyên gelê Kurdistanê biparêze."
Rûdaw: Birêz Dilşad Şehab, Serokê Herêma Kurdistanê çendîn car çûye Bexdayê û piştgiriya xwe ji bo hikûmeta nû ya Îraqê ragihandiye. Dê di paşerojê de berhema vê piştgirî û hevahengiyê çi be?
Dilşad Şehab: Wekî ku tu bi xwe jî dizanî, ew astengiyên ku li pêşiya Îraqê ne, bi awayekî xwezayî Herêma Kurdistanê jî li xwe digirin. Çimkî em dibêjin hemû Îraq. Bi rastî êdî rewş tehemula wê nake ku dîsa hinek pirsgirêkên navxweyî derkevin holê. Em nikarin tim mijûlî wê yekê bin ku nû li ser piçûktirîn mafên welatiyên Herêma Kurdistanê bi Bexdayê re dan û standinan bikin.
Wekî ku di gelek qonaxên berê de jî wisa bû. Lê belê niha wekî hûn jî dibînin, bi rastî lihevtêgihîştineke gelekî baş heye. Cenabê Serokê Herêma Kurdistanê beşdarî civînên serkirdeyên Îraqê dibe. Di heman demê de beşdarî civînên Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê dibe ku ji bo birêvebirina welêt hatiye avakirin. Her wiha Serokê Herêma Kurdistanê tim ji bo civînên li gel serokatiyên Îraqê tê vexwendin.
Ev bi xwe nîşandana gaveke erênî ye di meşandina dan û standineke federalî ya di navbera desthilatên federalî û Herêma Kurdistanê de. Em li Herêma Kurdistanê di ti demê de nebûne destpêk ji bo derxistina pirsgirêkan. Her tim heger pirsgirêk derketibin jî, berteka me ji ber wan mafan bûye ku ji xelkê Herêma Kurdistanê hatine standin.
Wekî mînak mijara meaşê karmendan ku her tim ducare dibe. Çi destûr û qanûn rê nade ku tevlî ku tu xwedî nakokiyên siyasî bî jî, tu welatiyekî ceza bikî ji ber nakokiyên xwe yên bi desthilat yan partiyekê re. Mafên welatiyan ji vê yekê mezintir in.
Baweriya me ew e ku ew vîzyona Birêz Zeydî û gelek hêzên Îraqî hene, ji encama wê ezmûna tal tê. Bi salan e Îraq di cihê xwe de maye û ti bipêşketina hêja di rewşa Îraqê de ne ji aliyê aborî, ne ji aliyê xizmetguzarî û ne jî ji aliyê pêgeha navneteweyî ve çêbûye. Diyar e ev yek pêwîst dike ku ji her aliyî ve pêdaçûnek were kirin. Birêz Zeydî ev amadebûn nîşan daye.
Di bernameya xwe ya hikûmetê de ku pêşkêşî parlamentoyê kir ev yek hebû. Ji bo wan gavan Herêma Kurdistanê piştgiriya xwe ya temam nîşan daye. Di hemû civînan de Cenabê Serokê Herêma Kurdistanê amadebûna xwe nîşan daye ku Herêma Kurdistanê amade ye. Em amade ne di krîza kûr ya ku Îraq ji ber şerê Amerîka û Îranê ketiye navê de, di warê aborî de hevkariyê bikin.
Rûdaw: Te qala şerê Amerîka û Îranê kir. Çima rola Serokê Herêma Kurdistanê ya li herêmê her tim bi asteke bilind tê ziman?
Dilşad Şehab: Dibe ku qalkirina vê yekê ji bo hemû kesan ji me hêsantir be lê rastiya wan belge û şahidiyên ku di devê xelkê din de heye û ew encamên ku di pratîkê de derketine holê, ev yek îsbat kiriye. Di nakokiyeke ku bi vê qasî tijî pirsgirêk û alozî ye de û di navbera van nakokiyên neteweyî yên li herêmê de, girtina rêyeke ku bikaribe hevsengiyekê biparêze pir zehmet bû. Bi rastî jî karekî asan nîne ku mirov hem di gel wan kesên ku li herêmê xwedî berjewendî ne tûşî rûbirûbûnê nebe, hem jî pêgeh û mafên Herêma Kurdistanê û gelê Kurd biparêze.
Baweriya min ew e ku Cenabê Serokê Herêma Kurdistanê ev yek bi awayekî gelekî serkeftî kiriye. Ya ku niha hemû dinya şahidiya wê rastiyê dike, bi rastî ev ne destkefteke şexsî ye. Ev pêgehek e. Ew hêza ku daye Cenabê Serokê Herêma Kurdistanê, piştgiriya Herêma Kurdistanê ye. Serokatî ew sernav e ku nûnertiya milet dike. Li gorî qanûnê Serokê Herêma Kurdistanê nûnertiya gelê Kurdistanê dike. Ev piştgirî û ev pêgeha fermî ev yek kiriye.
Ji ber vê yekê, hem em kêfxweş in ku Serokê Herêma Kurdistanê karîbûye vê rolê bibîne, hem jî dilê Serokê Herêma Kurdistanê bi piştgiriya miletê xwe û bi parastina wan berjewendiyên destûrî yên ji bo Herêma Kurdistanê hene, xweş e. Bi dîtina min heta niha karekî gelekî serkeftî hatiye kirin. Dibe ku gelek caran ev rol, ji rola herêmeke piçûk û dorpêçkirî ya wekî Herêma Kurdistanê mezintir jî xuya kiribe.
Rûdaw: Li Sûriyeyê peymaneke nû hatiye kirin, rola Serokê Herêma Kurdistanê di vê navberê de çi bû?
Dilşad Şehab: Tu dizanî, berî her tiştî divê em rastiyekê bizanibin. Ew siyaseta ku li Herêma Kurdistanê li hemberî pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê, li hemberî wê lihevkirin û peymana li Rojavayê Kurdistanê ya li Sûriyeyê hatiye meşandin, diyar e ku nîşana rastiyekê ye. Herêma Kurdistanê karîbûye siyaseteke serkeftî ya bêalîbûn û bê tawîz li ser mafên me yên bingehîn bimeşîne. Ev yek tevî liberçavgirtina taybetmendiyên van dewletan çêbû.
Diyar e ku dema aloziyên Rojavayê Kurdistanê gihîştin asteke metirsîdar, cihê xwe ye ku em qala wê yekê bikin ku cara yekem Cenabê Serok (Mesûd) Barzanî roleke gelekî mezin û bibandor dît da ku nehêle ev pirsgirêk berfireh bibe. Çimkî hewldaneke zêde hebû ku ev wekî pirsgirêka Kurd û Ereban bê nîşandan, yan jî bibe şerê Kurd û Ereban. Cenabê Serok Barzanî bi rêya pêwendiyên xwe yên li gel Birêz (Ehemd) Şer û Birêz Mezlûm (Ebdî), di vekirina hinek girêkên kor û aramkirina rewşeke wisa de roleke mezin lîst. Bandoreke mezin hişt ku berê nakokiyê ji şerê Kurd û Ereban veguherîne nakokiyeke siyasî ya asayî.
Piştî wê yekê, qonaxên danîna pêwendiyan a bi hevdû re û dan û standin dest pê kirin. Di çendîn civînên ku Cenabê Serokê Herêma Kurdistanê tê de bû, her wiha di wan civînên dualî yên ku bi îdareya nû ya Sûriyeyê re dihatin kirin de me ev yek dît. Dema ku Birêz Nêçîrvan Barzanî li Munîhê pêşwazî li Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê kir, diyar e ti asoya zelal tune bû ka ev hikumdarî ber bi ku ve diçe.
Dibe ku li Îraqê jî nerazîbûneke zêde hebûbûya li ser wê yekê ka dê çawa muamele bi vê yekê re bê kirin û ti asoyeke zelal tune bû. Lê belê cudahî û dûrbîniya serkirdeyan di van tiştan de ye. Di demekê de ku ev deriyê pêwendiyê hat vekirin, xelk hinekî jê vediqetiya ku vê pêwendiyê deyne. Lê van hevdîtinan pireke pêwendiyê ava kir.
Diyar e li gel vê yekê, pêwendiya berdewam bi Birêz Mezlûm Ebdî, bi Îlham Ehmedê re û bi serkirdayetiya HSD û PYDyê re jî hebû. Nizanim kengî rast e ku mirov hinek hûrgiliyan bibêje, lê bi rastî di wan hûrgiliyan de ez bûm şahidê wê heqîqetê ku Cenabê Nêçîrvan Barzanî çi qas rol dît da ku Birêz Mezlûm Ebdî were û beşdarî Kongreya Munchenê bibe. Mebesta min ji vê yekê çi ye? Ev hemû ji bo du tiştan bûn.
Ya yekem; nîşandana amadebûna Kurdên Rojavayê Kurdistanê ya ji bo aştî û bihevrejiyanê, da ku ev deng bigihîje xelkê û cîhanê. Dema ku Birêz Mezlûm Ebdî hat wê derê û hevdîtinên siyasî kirin, pênaseya Kurdan a ku wekî komeke şervan dihatin naskirin (yên ku li dijî DAIŞê şer kirin) hat guhertin. Ev hat guhertin bi wê rastiyê ku hebûneke siyasî ya miletê Kurd li ser erdê heye û divê muamele pê re bê kirin.
Weha diyare di heman demê de, wekî min got, li gel aliyên din jî. Tiştê cihê balkêşiyê ye û gelekî girîng e ew e ku bi rastî li pêgeha Herêma Kurdistanê bi rêzdarî tê nêrîn. Ji bo mînak, aliyên pirsgirêkan; li aliyekî hikûmeta Tirkiyeyê, li aliyekî Qendîl, li aliyekî şandeya Îmraliyê û li aliyekî DEM Partî heye û hemû qebûl dikin ku Cenabê Serokê Herêma Kurdistanê di vê navberê de roleke erênî û bibandor bibîne. Ev karekî navxweyî yê Tirkiyeyê ye lê ji ber meqbûlbûna wî, ew tê pêşwazîkirin.
Li Sûriyeyê ev karekî navxweyî yê Sûriyeyê ye eger tu wekî welat lê binêrî. Lê em dikarin bibêjin hem aliyê me (aliyê birayên me yên li Rojavayê Kurdistanê) û hem jî aliyê dewletê rêzê lê digirin. Wan derfet çêkir da ku dawiya dawî Cenabê Serokê Herêma Kurdistanê bikaribe tê de roleke erênî bibîne. Ji ber vê ez wisa difikirim, tiştê ku niha li Sûriyeyê rû dide, cîbicîkirina wê peymanê ye (yan jî beşek ji cîbicîkirina wê peymanê ye) ku destpêka îsal dîsa bi navbeynkarî û hewldanên Herêma Kurdistanê gihîşt encamê.
Her tim tê bîra min, ew destûra ku em ew qas piştgiriya wê dikin jî, wextê xwe Cenabê Serok Barzanî gotibû ku hemû mafên me di vê destûrê de nînin lê ev jiyan e û berdewam e. Bi dîtina min me qonaxeke baş derbas kiriye. Rast e, niha dibe ku gelek kesên me (Kurd) wisa bifikirin ku tiştê li wê derê (Sûriyeyê) derbas dibe ji çaverêkirinên Kurdan kêmtir e lê ev gaveke baş e. Divê her tim li ber çavê me be ku heta çend sal berê jî nasnameya miletê me yê li wir tune bû. Îro ew bi zimanê xwe dixwînin, beşdarî îdareyê dibin û beşdarî parlamentoyê dibin.
Wekî ku em li Bexdayê qala mafên Kurdan dikin, her wiha Cenabê Serokê Herêma Kurdistanê jî li Şamê li gel Serokkomar qala ziman û hûrgiliyên mafên Kurdan kir. Bi rastî heger ew pêgeh, ew bawerî û ew pêwendiya baş nebe, dibe ku ji bo dewletekê ne asan be ku mirovekî ku ji welatekî din hatiye bi vî rengî qebûl bike. Lê bi rastî muameleya Birêz Şer cihê gelek rêzê bû û li gel Cenabê Serokê Herêma Kurdistanê gelekî dostane bû. Armanca wê jî di dawiyê de ew bû ku li wir aramî pêk bê û mafê gelê me bê parastin.
Rûdaw: Em spasiya te dikin.
Dilşad Şehab: Spas ji bo we jî, destê we sax be.


