Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan diyar kir ku Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Kobanî (Ebdî) nebûye şêwirmendê Ehmed Şer.
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan li Rihayê tevlî civîna gel bû û axavtinek kir.
Bakirhan bal kişand ser wê yekê ku ti gotin nikare êşa ewladan sivik bike û got:
“Li çar aliyên Tirkiyeyê şîn tên danîn. Dibe ku berê şert û merc ne guncav bûn.
Şîna wan ciwanan tê eşkerekirin ku di nava şer û tundiyê de canê xwe ji dest daye.
Bêyî ku ez bikevim nava hemasetê sersaxiyê ji wan malbatan re dixwazim.
Ti gotin nikare êşa zarokan ji holê rake. Em êşa wan malbatan parve dikin.
Ne tenê êşa Dayîkên Aştiyê û Dayîkên Şemiyê, em êşa malbatên şehîd û gaziyan jî parve dikin.
Êşa Trabzonê, êşa Sêrtê û êşa Rihayê wekî hev e.”
"Qanûneke dîrokî li Parlamentoyê derbas bû"
Bakirhan li ser qanûna çarçoveyê ya pêvajoya nû jî nêrînên xwe anîn zimên û wiha axivî:
“Zêdetirî du salan e em bi hev re bi baldarî guh didin vê pêvajoyê.
Em çûn gelek cihan, gelê me dudilî û bêbaweriya xwe anî zimên. Belê, giran meşiya, bi kêmasî meşiya.
Ev qanûn dikaribû berê jî bihata derxistin lê di dawiyê de tevî kêmasî û pirsgirêkên xwe qanûneke dîrokî li Parlamentoyê derbas bû.
Di dîroka sed salî ya Parlamentoyê de cara ewil Pirsgirêka Kurdan li ser zemîneke qanûnî hat nîqaşkirin. Cara ewil ji bo Pirsgirêka Kurdan qanûnek derbas bû.
Derbarê Pirsgirêka Kurdan de qanûnek derbas bû ku digotin Kurd tunin, nasnameya wan dihat înkarkirin, ji zimanê wan re digotin zimanê nenas, dema ku li Parlamentoyê diaxivîn mîkrofon dihatin girtin.
Ev yek gelekî girîng e. Divê her kes bi vê girîngiyê bizanibe."
"Em dê ji bo çareserkirina daxwazan têkoşînê bidin"
Bakirhan bal kişand ser naveroka qanûnê û wiha berdewam kir:
"Lê çi bû? Çi bi zimanê me hat? Çi bi nasnameya me hat? Qeyûm tayînî şaredariyan kirin çi bû? Li girtîgehê çi bi Selahattînan, Fîgenan û Leyla Guvenan hat?
Ev qanûn ne qanûna çareseriya Pirsgirêka Kurdan e. Armanca bingehîn a qanûnê ew bû ku çek û tundiyê deyne aliyekî û Pirsgirêka Kurdan bibe zemîna siyasî.
Lê gelo me ev daxwaz ji bîr kirin? Ma em dê qala van daxwazan nekin? Ma ev daxwazên me dê pêk neyên?
Bê guman em dê bînin zimên, em dê biparêzin. Em dê ji bo çareserkirina van daxwazan têkoşînê bidin. Lê ew qanûn ne ev qanûn e."
"Selahattîn û Fîgen dê derkevin derve"
Tuncer Bakirhan anî zimên ku qanûna nû deriyek vekiriye û wiha pê de çû:
"Ev qanûn çi ye? Dibêje ku Selahattîn, Fîgen, Alî Urkut, Leyla Guven û bi hezaran girtiyên siyasî yên Kurd ên li girtîgehan dê derkevin derve.
Kesên ku ji ber sedemên cuda û zextan çûne sirgûnê dê vegerin welêt.
Kadroyên PKKyê yên li çiyayan dê tevlî jiyana demokratîk, civakî û siyasî bibin.
Pirsgirêkên me yên din mijarên qonaxa bê ne. Ev qanûn ne ew qanûn e ku Pirsgirêka Kurdan bi hemû aliyên xwe ve çareser dike.
Belê, qanûnek e ku mijarê ji zemîna tundî, şer û mirinê derdixe û tîne zemîna hiqûqî û siyasî.
Nexwe dê pirsgirêka sed salî bi vê qanûnê çareser nebe. Ev qanûn gava yekem e. Deriyek vebû."
"Kurd li Sûriyeyê bûn xwediyê rola sereke"
Bakirhan behsa mijara Rojavayê Kurdistanê jî kir û bipêşketinên dawî bi vî rengî nirxandin:
"Niha em werin ser Rojavayê. Tiştên wiha tên nivîsandin û xêzkirin ku em bi xwe jî bi şaşwazî lê temaşe dikin.
Li Şamê gaveke girîng hat avêtin. Çi bû? Kurd di paşeroja Sûriyeyê de bûn xwediyê roleke gelekî girîng û sereke.
Çawa bûne xwedî roleke sereke? Jixwe Kurd li herêmên ku bajarên wan lê ne, serokê şaredariya xwe, qeymeqamê xwe û parêzgarên xwe hildibijêrin.
Hêzên wan hene ku ewlehiya wan diparêzin. Herî dawî şervanên jin ên li wê derê jî wekî hêzên asayîşa navxweyî hatin qebûlkirin.
Bi vê peymanê re, Kurd êdî di paşeroja Sûriyeyê de bûn xwedî gotin."
"Mezlûm Kobanî nebû şêwirmendê Ehmed Şer"
Tuncer Bakirhan li ser peywira nû ya Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Kobanî jî got:
"Niha dibêjin gelo çima Mezlûm Kobanî bûye şêwirmendê Ehmed Şer?
Mezlûm Kobanî nebû şêwirmendê Şer, ew tevlî avahiyeke saziyî ya serokkomariyê bû.
Li ser navê çi tevlî bû? Ji bo çareserkirina pirsgirêkên ku dê bi Kurdan û gel û baweriyên din re rû bidin, bû şêwirmend.
Li Sûriyeyê derbarê perwerdeya bi zimanê dayîkê de bipêşketineke sînordar heye. Wekî mînak, em vê yekê rexne dikin.
Dibe ku yek ji rexneyên herî bingehîn ên hevalên me yên ku di vê salonê de rûniştine jî ev be.
Eger tu zimanê Sûriyeyê yê neteweyî qebûl dikî, tu nikarî bi saet û rojan, bi jimartina sê pênc navên dersan wî zimanî zindî bihêlî.
Divê mirov bi demjimêrên sînordar ên dersan qayîl nebe.
Kurd li Sûriyeyê li kû derê bijîn bila bijîn, divê bêyî ti sînordarkirinê perwerdeya bi zimanê dayîkê bibînin.
Birêvebiriya Sûriyeyê jî divê mijara perwerdeya bi zimanê dayîkê bi sînordarkirin û biryarnameyan bi cih neyîne. Divê perwerdeya bi zimanê dayîkê bibe xwedî garantiyên qanûnî û destûrî."
Li beramberî berdêlan destkeftî hene
Bakirhan di dawiya axaftina xwe de tekezî li ser destkeftiyan kir û wiha dawî lê anî:
"Ne tenê li Kobanî û Efrînê, li Heleb û Şamê û li seranserê Sûriyeyê jî divê Kurd bibin hevparê birêvebiriyê ku jixwe hinek tayînkirinên navborî vê yekê nîşan didin.
Lema divê mirov vê rewşê biçûk nebîne. Beriya 10 salan li wir nasname tunebû. Bedelên mezin hene. Lê li beramberî van bedelan bi kêmasî be jî destkeftî hene.
Divê mirov qebûl bike. Em dê bi vê yekê qayîl nebin, bi taybetî ziman û perwerdeya bi zimanê dayîkê, ev mijar dê were asteke wiha ku Kurdan razî bike.
Wekî her derê cîhanê, her destkeftiya me jî bi bedelên mezin çêbû.
Li ser navê xwe û partiya xwe, em bîranîna pîroz a hemû kesên ku di van destkeftiyan de keda wan heye û berdêl daye, di dilê xwe de hildigirin û em dê hilgirtina wan bidomînin.”



