Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Artukluyê ya parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê jin û mêrek li mala xwe mirî hatin dîtin.
Li gorî agahiyên destpêkê, wî mêrî bi çekê hevjîna xwe kuştiye û piştre bi heman çekê gule li serê xwe daye.
Di bûyerê de her duyan jî canê xwe ji dest da.
Bûyer li gundê Kotekê yê Artukluyê qewimî.
Li gorî agahiyan, Metîn Çogala ji ber sedemeke nediyar hevjîna xwe Cîhan Çogala kuştiye û pişt re jî xwe kuştiye.
Li ser agahdarkirina kesên derdorê, tîmên tenduristiyê û cendirme çûn cihê bûyerê.
Di kontrola tîmên tenduristiyê de hat tesbîtkirin ku her du jî mirine.
Tîmên tenduristiyê termên wan ji bo otopsiyê veguhestin nexweşxaneyê.
Cendirmeyan li ser bûyerê dest bi lêpirsînê kir.
Nasnameyên wan û sedema bûyerê dê di encama lêpirsînê de zelal bibin.



