Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê, dema baraneke gur dibariya, birûskekê li 2 cihên cuda yên Çiyayê Axorê da û ji ber vê yekê agir bi daristanê ket.
Tîmên daristanan û yên parastina sivîlan, hem ji bejahiyê û hem jî ji asman ve bi helîkopteran hewl didin agir bitemirînin.
Di dema barana dijwar a li navenda bajarê Mereşê de, li pey hev birûskê li Çiyayê Axorê xist.
Agir bi li her du cihên daristanî yên ku birûskê lê dabû ket.
Piştî agahdarkirina aliyên pêwendîdar, xebatkarên daristanê û tîmên parastina sivîlan ber bi herêmê ve hatin şandin.
Ji asman ve jî bi helîkopteran piştgirî tê dayîn ji bo xebatên vemirandinê yên ku tîm li erdê bi rê ve dibin.
Ji bo ku agir berfireh nebe û li derdorê belav nebe, li her du cihan xebatên vemirandinê berdewam dikin.
Di heman demê de tîm rewşa hewayê ya herêmê jî ji nêzîk ve dişopînin.



