Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Erdexanê ya Bakurê Kurdistanê barana gur û teyrok bariyan û li kolan û kuçeyan av kom bû.
Li bajêr ber bi êvarê ve baranê dest pê kir û bandoreke neyînî li jiyanê kir.
Teyrok jî bariya
Ajokar bi otomobîlên xwe bi zehmetî çûn û carinan teyrok jî bariya.
Li ser rêya Erdexan û Mêrdînikê li Xaçerêya Çirayên Nexweşxaneyê ji ber bayê xurt lewheyek ket.
Lewhe bi ser otomobîlekê de ket û cama wê şikest.



