Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Pêşmergeyan ji Pêşmergeyan xwest ku wêne û vîdeoyên xwe yên leşkerî ji ti kesî re neşînin.
Wezareta Pêşmergeyan di daxuyaniyeka îro hatiye belavkirin de ragihand:
"Hinek rûpel, hesab û kesayetiyên li ser torên civakî, ji efser û Pêşmergeyan dixwazin ku wêne û vîdeoyên beşdariya xwe ya di şeran de bi cil û bergên leşkerî ji wan re bişînin."
“Xwe biparêzin”
Wezareta Pêşmergeyan ji efser û Pêşmergeyan xwest ku di vê mijarê de gelekî baldar bin û pê de çû:
"Ji bo parastina agahiyên kesane û giştî, di vê mijarê de gelekî baldar bin.
Bi ti awayî wêne û vîdeoyên taybet ên çalakiyên xwe yên leşkerî ji ti kes û aliyekî re meşînin.
Bi taybetî li ser torên civakî bi berpirsyarî û hişyariyeke mezin nêzîkî vê mijarê bibin û xwe û yekîneyên xwe yên leşkerî biparêzin."
Divê were gotin ku pûpela fermî ya Wezareta Pêşmergeyan heye ku nûçe û çalakiyên xwe tê de belav dike.
Lê belê hinek rûpel û hesabên li ser torên civakî bi navên cuda, gelek caran wêne û agahiyên leşkerî belav dikin.
Ji bilî vê yekê, hinek kesan jî li ser torên civakî rûpel û hesab çêkirine.


