Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Hisîçayê yê Rojavayê Kurdistanê, li ber avahiya Koşka Dadê bombeyek teqiya.
Di teqînê de bavek û kurekî wî mirin û kurekî din birîndar bû.
Demjimêr 09:30î li Qada Selamê ya li ber avahiya Koşka Dadê ya Hisîçayê teqînek çêbû.
Li gorî agahiyên ewlehiyê, teqîn ji ber bombeyekê çêbûye.
Birêvebirê Tenduristiyê yê Hisîçayê Dr. Xalid Xalid ji medyayê re ragihand ku zilamekî ji 30 salî mezintir û zarokek birine beşa hawarçûnê ku her du jî bi giranî birîndar bûbûne.
Dr. Xalid Xalid eşkere kir ku her du jî ji ber birînên xwe mirin.
Birêvebirê Tenduristiyê her wiha destnîşan kir, ji ber ku ti belgeyên fermî bi wan re nebûn heta niha nasnameyên miriyan ne diyar e.
Nûçegihanê Rûdawê yê Rojavayê Kurdistanê ragihand ku piştî teqînê, Hêzên Ewlehiya Hundirîn (Asayîş) gihîştine cihê bûyerê.
Wan dest bi lêkolînê kiriye da ku were zanîn ka bombe bi qestî hatiye teqandin an bûyereke "xemsariyê" ye.


