Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) Hadî Îlyas got, "Nêzîkî 5 hezar şervanên me tevlî hêzên Îraqê dibin."
Berdevkê Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) Hadî Îlyas di bultena Rûdawê de hûrgiliyên peymana li gel Bexdayê, fesixkirina fermî ya hêzên xwe û tevlîbûna wan a nava artêş û dezgehên ewlehiyê yên Îraqê eşkere kirin.
Hadî Îlyas ragihand ku di navbera 4 hezar û 500 heta 5 hezar şervanên wan tevlî hêzên Îraqê dibin û pêvajoya tevlîbûnê dibe ku heta salekê bidome.
Ev gav piştî 12 salan ji damezirandina YBŞyê û Yekîneyên Jinên Şingalê (YJŞ) tê ku sala 2014an li hemberî êriş û komkujiyên DAIŞê yên li ser Kurdên Êzidî hatibûn damezirandin.
Hadî Îlyas derbarê hejmara şervanên ku dê di nava hêzên fermî yên Îraqê de cih bigirin, diyar kir ku hejmara giştî ya şervanên wan nêzîkî 5 hezar kesan e û got:
"Lê belê bi derxistina kesên temenmezin û birîndaran, herî kêm 4 hezar û 500 şervan amade ne ku bikevin nav artêş û polîsên federal."
Dabeşbûna hêzên YBŞ û YJŞyê
Îlyas dabeşbûna hêzên wan bi vî rengî eşkere kir:
Şervanên YBŞyê: Ji zêdetirî 3 hezar şervanan pêk tê.
YJŞ û Asayîşa Êzidxanê: Hejmara wan di navbera 750 heta 800 şervan û endaman de ye.
"Fermandarên jin dê di nava artêşê de cih bigirin"
Berdevkê YBŞyê li ser çarenivîsa şervanên jin (YJŞ) jî got:
"Jin ji destpêkê ve di xeta pêşîn a şer de bûn û bi dehan şehîd dane. Cihê ku YBŞ lê bimîne, jin jî dê li wir di nava hêzan de bin.
Her wiha beşek ji wan dê di nava 'Polîsê Civakî' de cih bigirin. Li gorî peymanê, fermandarên jin ên xwedî pileya bilind jî dê di nava artêşê de cihê xwe bigirin."
Hadî Îlyas bal kişand ser wê yekê ku ji sibatê ve hevdîtinên wan ên rasterast li gel Serokkomar, Serokwezîr û Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Îraqê didomiyan û gihîştine peymaneke dawî.
Bi gotina Îlyas, pêvajoya yekxistinê ne karekî rojane û asayî ye. Ji ber ku ev hêz sala 2014an ve xwedî dîrokeke şer e, di vî karwanî de di navbera 530 heta 600 şehîdan dane û bi hezaran birîndarên wan hene.
Lewma pêvajo dê gav bi gav bi rê ve biçe, şervan dê perwerde bibin û tê çaverêkirin ku temamkirina vê peymanê heta salekê dirêj bike.
Mûçe û rewşa çekan
Berdevkê YBŞyê Hadî Îlyas li ser pirsa meaş û mafên şervanan tekez kir ku bi qonaxa tevlîbûnê re maf û erkên şervanên wan dê wekî leşker û karmendên dewleta Îraqê bin.
Hadî Îlyas her wiha da zanîn ku dê mûçeyên wan ji aliyê hikûmeta federal ve bên dayîn û ew dê ji mafê malnişînbûnê jî sûdê wergirin.
Îlyas derbarê çekên giran de jî got ku çekên wan ên stratejîk an mûşekên giran nînin.
Li gorî Îlyas Çekên di destê wan de yên takekesî û navîn in (wekî doşka, BKC û RPG) û ew çek jî dê di çarçoveya lîwa û fewcên nû yên artêşa Îraqê de ji bo parastina deverê bimînin.
Hadî Îlyas li ser pirsa mayîn an derketina şervanên biyanî ji Şingalê jî got:
"Hêza me ji sedî 99,9 ji Kurdên Êzidî yên xwedî nasnameya fermî ya Îraqê pêk tê.
Eger kesên ne Îraqî hebin, ew bi peymanên dewletê û berpirsyariya xwe ve girêdayî ne lê di nava refên me de kesên biyanî nînin ku em li ser wan biryarê bidin."
Çima ne Hêzên Pêşmerge?
Hadî Îlyas her wiha derbarê sedema tevlînebûna wan a di nav Hêzên Pêşmergeyan de, diyar kir ku ev yek ji ber rewşa erdnîgarî û îdarî ya deverê ye û got:
"Şingal ji aliyê erdnîgarî û îdarî ve girêdayî parêzgeha Nînevayê ye û di bin kontrola artêşa Îraqê de ye, li vir hêzên Pêşmerge nînin.
Eger em li parêzgehên Herêma Kurdistanê bûna rewş dê cuda ba lê li vir em rasterast bi desthilata federal re rûbirû ne."
"Me hincet ji holê rakir"
Berdevkê YBŞyê di dawiya axaftina xwe de, da zanîn ku armanca sereke ya vê peymanê parastina civaka Êzidî û nehêştina hincetan e li hemberî êrişên derve û wiha pê de çû:
"Heta niha YBŞ wekî hêzeke derveyî qanûnê dihat binavkirin û ev yek wekî hincet ji bo êrişan dihat bikaranîn.
Me îro ev hincet ji holê rakir. Em tevlî saziyên fermî dibin da ku rê li ber qirkirineke nû bê girtin, Şingal ji nû ve ava bibe, xelk vegere ser warê xwe û gorên bikom bên vekirin.
Nav diguhere lê em wekî zarokên vê axê û şopdarên Mam Zekî, Şehîd Zerdeşt û Şehîd Dijwar ji bo xizmetkirina gelê xwe amade ne."


