Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê rapora rewşa hewayê ya 4ê Çiriya Pêşîn belav kir.
Li gorî raporê, li gelek bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê li 28 parêzgehan barana gur û birûsk tên çaverêkirin.
Tê texmînkirin ku pileyên germahiyê li seranserî Bakurê Kurdistanê dakevin bin pîvanên demsalê.
Li beravên Marmara û Egeyê jî leza bayê di demjimêrê de dê di navbera 40 û 60 kîlometreyan de be.
Li gorî nirxandinên dawî yên Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê, hewa parçeyî û kêmewr e lê li deverên başûr car caran dê pir bi ewr be.
Li herêmên Deryaya Spî, Bakurê Kurdistanê û başûrê Egeyê barana gur û birûsk tên pêşbînîkirin.
Saziya Keşnasiyê da zanîn ku ji ber bayê bihêz ê li beravên Marmara û Egeyê pêwîst e welatî li hemberî rûdanên neyînî hişyar û baldar bin.
Li gorî daxuyaniya Saziya Keşnasiyê ew 28 parêzgehên ku baran lê tê çaverêkirin ev in:
Erzingan, Dersim, Xarpêt, Meletî, Semsûr, Êlih, Mereş, Amed, Dîlok, Kilîs, Mêrdîn, Sêrt, Riha, Şirnex, Mugla, Denîzlî, Edene, Antalya, Burdur, Hatay, Isparta, Mêrsîn, Osmaniye, Konya, Karaman, Nîgde, Aksaray û Nevşehîr.

.webp&w=3840&q=75)

