Hewlêr (Rûdaw) - Bihabûna sotemeniya balafiran bilêtên geştên asmanî ji sedî 20 biha kiriye.
Her wiha rawestandina dayîna dolaran a bi geştyaran li balafirgehên Herêma Kurdistanê, bandoreke neyînî li sektora geştarî û aboriya Herêma Kurdistanê kiriye.
Ev yek dibe sedem ku geştyar ji bo vê xizmetguzariyê berê xwe bidin balafirgehên parêzgehên Îraqê.
Pisporê sektora balafirvaniyê yê li xeta asmanî ya Fly Erbilê Muhened Ehmed Mîr ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand:
"Sotemeniya balafiran bi awayekî berbiçav biha bûye û bandoreke rasterast li lêçûna geştên asmanî kiriye.
Sala par bermîlek sotemeniya balafiran nêzîkî 90 dolarî bû lê îsal bihayê wê derketiye ser 160 dolarî."
Vê bilindbûnê wiha kiriye ku bihayê her galonek sotemeniyê li balafirgehên cîhanê ji 2 dolarî derkeve nêzîkî 6-7 dolarî.
Şirketên asmanî neçar mane bihayên xwe biguherin.
Li gorî wî pisporî, bihayê bilêtên balafiran nêzîkî ji sedî 20 zêde bûye.
Pirsgirêka dolaran û bandora wê ya li ser geştyaran
Muhened Ehmed behsa bandorên neyînî yên nemana dolaran a bi bihayê Banka Navendî kir û got:
"Ew piştgiriya geştyariyê ya ku berê li Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê pêşkêşî geştyaran dihat kirin, niha nemaye.
Ev yek bê guman bandoreke rasterast li hejmara geştyaran li balafirgehên Herêma Kurdistanê dike."
Pisporê Fly Erbilê eşkere kir ku nebûna vê xizmetguzariyê wiha kiriye ku beşek ji geştyaran li alternatîfên din bigerin û da zanîn:
"Ev yek dibe sedem ku geştyar herin parêzgehên din.
Wekî mînak, xelk ji Hewlêrê diçe Kerkûkê û ji wir geştên xwe dike."
Wî hêvî xwest ku ev pirsgirêk were çareserkirin û dayîna dolarên geştyariyê bi awayekî "dadperwerane" hemû xelkê Îraqê bigire nav xwe.
Bandora li ser aboriyê
Muhened Ehmed tekez kir ku sektora balafirvaniyê pêwendiyeke wê ya rasterast bi sîstema aborî û geştyariya welêt re heye.
Kêmbûna geştyaran bandoreke neyînî li dahata navxwe jî dike.
Muhened Ehmed got:
"Dema geştyar kêm dibin, bandoreke rasterast li ser sektora geştyarî û aboriyê bi giştî çêdibe.
Çimkî ew geştyarê ku tê Hewlêrê, pereyan bi xwe re tîne û dixe nav sîstema aborî ya welêt."
Rola Fly Erbilê û geştên Ewropayê
Muhened Ehmed derbarê rola Fly Erbilê ragihand ku ew wekî yekane xeta asmanî ya navxwe, Kurdî û Îraqî geştên rasterast ji Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê ji bo gelek welatên Ewropayê dikin ku di nav wan de Almanya, Danîmarka û Brîtanya hene.
Her wiha geştên wan ên rojane ji bo Tirkiye û welatên din ên derdorê hene.
Li gorî amaran, Fly Erbil ji roja damezirandina xwe ve nêzîkî 10,000 geştî kirine. Niha heftane "zêdetirî 30 heta 40 geştan" ji bo zêdetirî 15 welatên cuda dike.
Muhenned Ehmed li ser geştên wan ên li Balafirgeha Silêmaniyê anî ziman:
"Heta îsal me nedikarî bi rêya Balafirgeha Navneteweyî ya Celal Talebanî geştan bikin çimkî asmanê Tirkiyeyê li ber balafirgehê girtî bû.
Lê piştî ku dorpêç hat rakirin, bernameya me heye ku di demeke nêzîk de geştên xwe li wir jî dest pê bikin."
Silametiya balafiran û xizmeta bi Kurdî
Pisporê Fly Erbilê derbarê rexneyên li ser asta silametî û ewlehiya balafiran dilniyayî da û da zanîn:
"Ti balafir nikarin geştekê bikin eger di nav bi dehan rêkarên silametiyê re derbas nebin."
Balafirên Fly Erbilê ji cureyê Airbus A320 ne. Ev heman cureyê balafiran e ku "xetên asmanî yên Ewropî û Kendavê bi kar tînin."
Ji bo vê yekê jî divê gelek bawernameyên silametiyê yên navneteweyî bi dest bixe.
Muhened Ehmed Mîr behsa girîngiya pêşkêşkirina xizmetguzariyan a bi zimanê Kurdî di nav balafiran de kir û got:
"Mirov dixwaze dema geştê dike, xizmetguzarî bi zimanê şîrîn ê Kurdî jê re werin pêşkêşkirin.
Dema bi Kurdî ravekirin ji bo te tên kirin, tu baştir fêm dikî û xwe aramtir hîs dikî."



