Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK), êrişa bi dronan a li ser Ofîsa Taybet a Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û cihê rûniştinê yê Berpirsê Ajansa Parastinê bi tundî şermezar kir.
PWKyê ev êriş wekî gefekê li ser serweriya Herêma Kurdistanê pênase kir.
Buroya Ragihandinê ya PWKyê li ser êrişê daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Îranê û komên girêdayî wê, heta niha bi mûşek û dronan bi sedan caran êrişî Herêma Kurdistanê kiriye.
PWKyê anî zimên ku ev êrişa dawî jî beşek ji heman “êrişên terorîstî” ye.
“Yekîtiya xwe ava bikin”
PWKyê di daxuyaniya xwe de ji bo rawestandina van êrişan bangeke girîng kir.
Di peyamê de hat gotin ku bersiva herî mezin ev e ku hemû partiyên Başûrê Kurdistanê demildest "Hikûmeteke yekgirtî ya Herêma Kurdistanê" ava bikin.
Her wiha PWKyê daxwaz kir ku hemû dezgehên Pêşmerge, aborî, ewlehî, îdarî û dîplomasiyê bibin yek.
Bi 2 dronan êriş hatibû kirin
Dijî Terora Kurdistanê eşkere kiribû ku 17ê Tebaxa 2026an demjimêr 00:28an bi 2 dronên bombebarkirî êriş hatiye kirin.
Dronên ji cureya "Hedîd-110"ê ji aliyê sînorê Îranê ve hatibûn şandin.
Di êrişê de Ofîsa Taybet a Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û cihê rûniştinê yê Berpirsê Ajansa Parastinê yê li navçeya Pîrmamê bûn armanc.
Hatibû ragihandin ku di encama êrişê de ti zererên canî çênebûne.
Çi bûbû?
Dijîterora Kurdistanê ragihand ku 2 dronên bombebarkirî avêtine Ofîsa Taybet a Serokwezîr û cihê mayînê yê Berpirsê Ajansa Parastinê.
Li gorî daxuyaniya Dijîterora Kurdistanê, îro (17ê Tebaxa 2026an) demjimêr 00:28an, 2 dronên bombebarkirî yên "Hedîd-110" ji aliyê sînorê Îranê ve hatine avêtin.
Dijîterorê da zanîn ku dron berdane baregeha Ofîsa Taybet a Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û cihê mayînê yê Berpirsê Ajansa Parastinê yên li navçeya Pîrmamê ya Hewlêrê.
Her wiha hat diyarkirin ku di êrişê de zererên canî çênebûne.
Dijîterorê di daxuyaniya xwe de ev êriş şermezar kirin û got:
"Em van êriş û destdirêjiyan bi tundî şermezar dikin û bi ti awayî nayên qebûlkirin, hemû berpirsyariya encaman jî di stûyê encamderan de ye."
Hedîd-110
Hedîd-110 drona Îranê ya herî bilez e, leza wê di demjimêrekê de digihîje 510 kîlometreyan û motora wê ji cureyê turboyê ye.
Ev dron dikare heta 9 kîlometreyan bilind bibe û demjimêrekê bifire û 350 kîlometreyan dûr here.
Her wiha, dikare 30 kîlogram teqemenî hilgire.
Dron ji bo wê hatiye çêkirin ku beriya pergalên parastina asmanî wê bibînin, bi lez û bez asmanê aliyê beramber derbas bike.
Ev cureyê dronê ji bo armanckirina radar, pêgehên hestyar, navendên fermandariyê û binesaziyên girîng hatiye çêkirin.
Cara yekem di Adara 2026an de di şerê li dijî Îsraîl û Amerîkayê de ji aliyê Supaya Pasdaran a Îranê ve hat bikaranîn.
Îranê bi awayekî fermî nirxê wê eşkere nekiriye lê tê texmînkirin ku nirxê wê di navbera 20 hezar û 50 hezar dolarî de ye.



