Hewlêr (Rûdaw) - Şaredara Hezexê Turkan Kayira ku di hilbijartinên 31ê Adara 2024an de ji DEM Partiyê hatibû hilbijartin, derbasî AK Partiyê bû.
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan di bernameya taybet a salvegera 25an a AK Partiyê de rozet bi Turkan Kayirê ve kir.
Bi vê tevlîbûnê, Turkan Kayir bû şaredara yekem a Siryan a di dîroka AK Partiyê de.
Turkan Kayir di hilbijartinên 31ê Adara 2024an de wekî namzeda DEM Partiyê beşdarî hilbijartinan bûbû.
Wê 7 hezar û 909 deng standibûn û bi rêjeya ji sedî 71,27an bûbû şaredar.
Di heman hilbijartinê de namzedê AK Partiyê Îkbalhan Haznedar ji sedî 19,96ê dengan standibû.
Ji DEM Partiyê hatibû dûrxistin
Birêvebiriya DEM Partiyê Kanûna Pêşîn a 2024an bi hinceta ku "bi hişmendiya li dijî partiyê tevdigere" Turkan Kayir û endamê meclisa şaredariyê Ekrem Şîmşek ji partiyê dûrxistin.
Kayirê piştî vê biryarê ji wezîfeya xwe îstifa nekir û wekî şaredara serbixwe karê xwe domand.
Turkan Kayir ji nav civaka Siryan a Hezexê tê û tevlîbûna wê ya AK Partiyê di dîroka wê partiyê de bû yekem.
Turkan Kayir kî ye?
Turkan Kayir sala 1972yan li navçeya Hezexê ya parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê ji dayîk bûye.
Wê perwerdeya xwe ya seretayî û navîn li Hezexê temam kiriye.
Kayirê lîse li Almanyayê xwendiye û demeke dirêj li wir jiyaye. Ew zewicî ye û dayîka 3 zarokan e.
Kayirê sala 2024an dest bi siyaseta çalak kir û êdî dê di bin sîwana AK Partiyê de birêvebirina şaredariyê berdewam bike.



