Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Nisêbînê ya parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê kesekî hevjîna xwe ya 68 salî bi kêrê kuşt.
Bûyer doh li taxa Yenîşehîrê ya Nisêbînê di apartmanekê de çêbû.
Li gorî agahiyan, di navbera S.C. û hevjîna wî Asya Cebeyê de ji ber sedemek nediyar nîqaş derket.
Asya Cebe nexweş û di cihan de bû.
S.C. di dema nîqaşê de bi kêrê êrişî hevjîna xwe kir.
Cîranên ku dengên bilind ji malê bihîstin, polîs û tîmên tenduristiyê agahdar kirin.
Tîmên tenduristiyê dema gihîştin cihê bûyerê, piştî kontrolan tesbît kir ku Asya Cebe miriye.
Cenazeyê Asya Cebeyê ji bo kar û barên otopsiyê birin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê.
Hat ragihandin ku dê ji bo otopsiya hûrgilî cenazeyê wê veguhastine Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mêrdînê.
Li aliyê din, polîsan gumanbar S.C. desteser kir û lêpirsîna li ser bûyerê berdewam dike.
Li gorî amarên Platforma Em ê Kuştina Jinan Rawestînin, meha borî li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê herî kêm 25 jin ji aliyê mêran ve hatine kuştin, her wiha mirina 31 jinan jî bi guman e.
Piraniya jinên ku hatine kuştin, ji aliyê hevjîn, hevjînên berê, dergistî yan jî hevalên xwe ve hatine kuştin.



