Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Şemrexê ya parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê otomobîlek û motorsîkletek li hev qelibîn.
Di qezayê de 2 kes mirin.
Li navçeya Şemrexê otomobîlek û motorsîkletek ku plaka û şofêrên wan hîn nehatine zanîn li hev qelibîn.
Li ser agahdarkirina xelkê derdorê, polîs, cendirme û tîmên tenduristiyê çûn cihê qezayê.
Di qezayê de Abdulkadir A.yê 59 salî û Piro C.yê 57 salî yên ku li ser motorsîkletê bûn bi giranî birîndar bûn.
Tîmên tenduristiyê her du birîndar bi ambulansan veguhastin Nexweşxaneya Dewletê ya Şemrexê.
Lê tevî hemû hewldanên bijîşkî jî her du kes jî mirin.



