Hewlêr (Rûdaw) - Li Efrîna Rojavayê Kurdistanê heta niha çarenivîsa peykerê Şêrê Eyn Darayê ne diyar e.
Berpirsên şûnwarên Sûriyeyê zererên ku Efrînê ji ber şer dîtine dinirxînin.
Paşmayên Perestgeha Bazaltiyê ya li Girê Eyn Darayê, kevir û latên neqişandî ji ber kolanên neyasayî li derdorê belav bûne.
Birêvebira Nivîsgeha Şûnwarên Efrînê Betal Xelîlê li ser mijarê got:
"Rewşa şûnwarên Efrînê gelekî xerab e. Hemû şûnwarên li deverê rastî kolandin û wêrankirinê hatine.
Cihên girîng ên wekî Perestgeha Nebî Hûrî û Perestgeha Eyn Darayê jî di nav wan de ne.
Li herêmê derdora 36 girên şûnwarî hatine kolandin û zerer dîtine."
Çarenivîsa Şêrê Eyn Darayê
Betal Xelîlê da zanîn ku peykerê dîrokî yê Eyn Darayê winda ye û pê de çû:
"Li ser peykerê Şêrê Eyn Darayê jî, heta niha ti agahiyên piştrastkirî yên li ser çarenivîsa wî di destê me de nînin.”
Berpirsên şûnwarên Sûriyeyê dibêjin, piştî lêkolînên berfireh diyar bûye ku ji sedî 70yê şûnwarên Efrînê zerer dîtine yan jî hatine talankirin.
Desteya Şûnwarên Sûriyeyê Tîrmeha borî ji bo parastina şûnwarên Efrînê dest bi kampanyayeke berfireh kiriye.
Şikefta Cindirêsê û hestiyên Neandertalan
Şûnwarnas Ehmed Yûsif jî li ser girîngiya şûnwarên herêmê ev agahî dan:
"Yek ji cihên şûnwarî yên herî girîng û navdar Şikefta Cindirêsê ye.
Şandeyeke hevbeş a Sûriye û Japonyayê li wir hestiyên zarokekî Neandertal dîtibûn.
Dîroka wan hestiyan vedigere 85-100 hezar salên beriya niha.
Ev vedîtineke dîrokî ya gelekî girîng bû.
Di rastiyê de ev vedîtin li herêma Efrînê derket holê û bandora wê gihîşt tevahiya cîhanê."
Şanoya Sîrosê
Ehmed Yûsif bal kişand ser cihên din ên dîrokî jî û got:
"Yek ji cihên din ên girîng jî Eyn Dara ye, li gel Perestgeha Nebî Hûrî.
Her wiha Şanoya Sîrosê li gel Dêra Mar Simanê Sitûnî yek ji şanoyên herî mezin ên şûnwarî yên Sûriyeyê tê hejmartin ku yek ji şûnwarên diyar ên herêmê ye.”
Li gorî Komeleya Amerîkayê ya Lêkolînên Derve di şerê 2018an de şûnwarên Efrînê ji ber bombebarana asmanî zererên zêde dîtine.
Lê li gorî lêkolîneke ku sala 2024an di kovara Navneteweyî ya Samanên Çandî de hat weşandin, peykerê şêr Tîrmeha 2019an hîn jî li Eyn Darayê bû.
Heman lêkolînê diyar kiriye ku ew peyker dawiya Îlona heman salê winda bûbû.



