Hewlêr (Rûdaw) - Ciwan Îso ragihand ku wan amadehiyên şandina karwanê duyem bi awayekî demkî rawestandiye.
Berpirsê Pêwendiyan ê Komîteya Koçberên Serê Kaniyê Ciwan Îso bû mêvanê Rûdawê û pirsên Dilbixwîn Dara bersivandin.
Pêvajoya vegera Kurdan a li Serê Kaniyê doh dest pê kir.
Di karwanê yekem de 409 malbat vegeriyan warê xwe.
Karwanê yekem ê koçberên Serê Kaniyê piştî 7 salan vegeriya lê rastî êrişa Erebên hawirde hat.
Gava koçberên Kurd gihîştin malên xwe, rastî dîmenên xemgîn hatin û wan dît ku malên wan bi temamî hatine talankirin.
Bajarê Serê Kaniyê wêran e û xelkê wê jî hîn di konan de ne.
Biryara rawestandina vegera karwanê duyem piştî êrişên çekdarî, gef û binpêkirinên giran ên li dijî karwanê yekem hat dayîn.
Êrişên li ser karwanê yekem
Berpirsê Pêwendiyan ê Komîteya Koçberên Serê Kaniyê Ciwan Îso diyar kir ku dema karwanê yekem a ku ji nêzîkî 409 malbatan pêk dihat gihîşt Serê Kaniyê rastî êrişên "hovane" hatine.
Erebên hawirde û çekdarên li herêmê gule li derdora sivîlan reşandin, mal û milkên wan xerab kirin û tirs xistin dilê jin û dayîkan.
Ciwan Îso li ser mijarê got:
"Niha malbatên ku vegeriyane di rewşeke gelekî xirab de ne.
Hinek di malên xwe de asê mane û nikarin derkevin, hinek jî li rêyên ewle digerin da ku careke din ji bajêr birevin."
40 malbat neçar man vegerin
Li gorî agahiyên ku Îso parve kirin, ji ber neasayîbûna rewşa ewlehiyê, heta niha nêzîkî 40 malbatên ku di karwanê yekem de çûbûn Serê Kaniyê, neçar mane ji bajêr derkevin.
Ew malbat vegeriyan Qamişlo, Hisîça û kampên derdorê ku ev yek nîşan dide plana vegerê bi metirsiyên mezin re rû bi rû ye.
Ciwan Îso bi tundî rexne li hikûmeta Sûriyeyê û "Tîma Serokatiyê" girtin û destnîşan kir ku wan li gorî peymana 29ê Kanûna Paşîn garantî dabûn ku dê veger ewle be lê belê saziyên ewlehiyê yên hikûmetê nikarî kesên ku vedigerin biparêzin û rê li ber komên çekdar bigirin.
Îso pirsî, "Gelo ev saziyên ku xwe berpirsyar dibînin, çima li hember van êrişan bêdeng man û nekarîn sivîlan biparêzin?"
Guherîna demografiyê
Di hevpeyvînê de hat destnîşankirin ku pirsgirêka sereke ya li Serê Kaniyê hebûna kesên "niştecih" e ku ji herêmên din ên wekî Îraq, Reqa, Dêrezor, Hema û Humisê li wir hatine bicihkirin.
Ev kom naxwazin xelkê resen ê Kurd vegere malên xwe û bi her awayî gefan li wan dixwin.
Xwestekên Komîteyê
Komîteya Koçberên Serê Kaniyê xwestekên xwe wiha rêz kirin:
· Lêpirsîneke serbixwe û zelal a li ser êrişên karwanê yekem.
· Girtin û cezakirina kesên ku êrişî sivîlan kirine.
· Dabînkirina garantiyên ewlehî û yasayî yên navneteweyî û navxweyî.
· Bidawîanîna siyaseta "niştecihkirinê" û guherîna demografiya herêmê.
Ciwan Îso di dawiya axaftina xwe de tekez kir ku rawestandina karwanên nayê wateya bipaşvekişandina ji mafê vegerê.
Wî got ku ev biryar wekî berpirsyariyekê ji bo parastina canê koçberan hatiye girtin heta ku mercên ewle bên dabînkirin.


