Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgarê Urmiyeyê ragihand ku ava Gola Urmiyeyê îsal, li gorî heman dema sala borî 7 qatan zêde bûye.
Parêzgarê Urmiyeyê Riza Rehmanî îro qala rewşa golê kir.
Riza Rehmanî destnîşan kir ku rewşa golê baş bûye.
Saziya Keşnasiyê jî pêşbînî dike ku dê mehên pêşiya me baran bibare.
Ji ber vê yekê, nûjenkirina rêyên derdora golê pêwîstiyeke sereke ye.
Riza Rehmanî da zanîn ku çêkirina binesaziya veguhastinê ji bo geştyaran jî gelekî girîng e.
Berê gola herî mezin a Rojhilata Navîn bû
Gola Urmiyeyê berê gola herî mezin a ava şor a Rojhilata Navîn bû.
Wê demê ku pirsgirêka wê ya hişkbûnê nebû, rûberê golê 5 hezar û 200 kîlometre çarqoşe bû. Kûrahiya wê jî 16 metre bû.
Par ji ber hişkesaliyê, piraniya ava golê ziwa bûbû.
Lê belê Parêzgarê Urmiyeyê diyar kir ku îsal di vê demê de ava golê 7 qatan zêdetir e.
Bangî şirketên mezin kir
Riza Rehmanî di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya sînorên parêzgehê û got:
"Sînorên vê deverê ji bo rakêşana hilberîneran derfeteke bê hempa ne. Ev yek ji bo zêdekirina hilberînê û dîtina kar derfeteke baş e."
Rehmanî her wiha bangî şirketên mezin ên aboriyê kir ku di rêyên navneteweyî de çalaktir bin û berpirsyariya xwe bi cih bînin.
Qedandina projeyên nîvcomayî
Parêzgarê Urmiyeyê di beşeke din a axaftina xwe de qala projeyên nîvcomayî kir.
Wî qedandina van projeyan wekî karê xwe yê herî sereke nîşan da û wiha pê de çû:
"Qedandina binesaziya perwerde û tenduristiyê ya wekî dibistan û nexweşxaneyan ji bo me di rêza yekem de ne. Eger em guh nedin van sektoran, dê di paşerojê de krîzên mezin derkevin holê."



