Hewlêr (Rûdaw) - Mihemed Îsmaîl Qadirê ku ji aliyê çekdaran ve hatibû revandin got, “Min xwe ji mirinê re amade kiribû.”
Mihemed Îsmaîl Qadir li nêzîkî bajarê Serê Kaniyê hatibû revandin.
Ew piştî 26 rojan serbest hat berdan û gihîşt mala xwe ya li Kobaniyê.
Mihemed Îsmaîl 14ê Tîrmeha 2024an bi şofêrê xwe re hatibû revandin.
Malbata wî piştî dan û standinên dûdirêj 80 hezar dolar da çekdaran û ew rizgar kir.
80 hezar dolar wekî fîdye hat dayîn
Dema ku Mihemed hat revandin, wan kesan destpêkê 300 hezar dolar fîdye xwestibû.
Lê belê malbatê diyar kir ku hêza wan a dayîna vî pereyî nîne.
Piştî dan û standinên giran, malbatê ji nas û dostan pere deyn kir û 80 hezar dolar amade kir.
Mihemed Îsmaîl piştî dayîna vî pereyî hat berdan.
Birayê wî Mezlûm Îsmaîl Qadir diyar kir ku ew niha di bin barê deynekî giran de ne.
Wî bangî xêrxwazan kir da ku ji bo dayîna vî deynî alîkariya wan bikin.
"Min xwe ji mirinê re amade kiribû"
Mihemed Îsmaîl li ser rojên revandinê ji Rûdawê re axivî û qala şert û mercên giran kir.
Wî got ku wan ew zêdetirî 24 rojan li ser çîmentoyê hiştiye û her du çavên wî her tim girêdayî bûne.
Mihemed wiha behsa xwe kir:
"Xwarin gelekî kêm didan me, tenê hinek nan û penîr yan tiştekî wiha didan.
Ji ber ku me nikarîbû ew qasî pereyê ku wan dixwest peyda bikira, min xwe ji bo mirinê amade kiribû.
Min digot qey ez dê venegerim malê. Me nedizanî em li ku derê ne. Ew bi wesayîtê nêzîkî 4 saetan bi me re çûn."
Kesên ku revandibûn bi Erebî diaxivîn
Li gorî gotinên Mihemed Ismaîl, di dema revandinê de 5 kes li wir bûne û ew her tim bi zimanê Erebî û bi zaravayên Dêrezor, Reqa û Hisîçayê diaxivîn.
Mihemed Îsmaîl eşkere kir ku wan kesan li ser pêwendiyên wî yên bi partiyên siyasî re pirs jê kirine.
Lê wî ji wan re gotiye ku ew tenê xebatkarek e û ti pêwendiya wî bi siyasetê re nîne.
Piştî ku ew kes ji vê yekê piştrast bûne, dan û standin li ser pereyan hatine kirin.
Malbat di bin deynekî giran de ye
Piştî vegera Mihemed, malbat gelekî kêfxweş bûye lê fîdyeya giran ew xistine bin barê deynan.
Birayê wî Mezlûm Îsmaîl berê jî li ser vê mijarê bûbû mêhvanê Rûdawê.
Ew niha bangî rêxistin û xêrxwazan dike da ku destê alîkariyê dirêjî wan bikin.
Malbat diyar dike ku wesayît û xeraza (grader) wan jî hatine birin û niha ti derfetên wan ên aborî nîne ku vî deynî bidin.
Rûdawê ji roja yekem ve rewşa Mihemed Îsmaîl dişopand û daxwazên malbatê digihandin raya giştî.
Mihemed Îsmaîl di dawiyê de spasiya Rûdawê û hemû kesên ku ji bo azadkirina wî xebitîne kir.


.jpg&w=3840&q=75)