Parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê Serhat Eren ragihand ku projeyasaya nû ya ji bo bidawîanîna li şer destpêk e.
Eren diyar kir ku her çi qasî ev yasa ne çareseriya her tiştî be jî dê bibe sedema berdan nêzîkî 3 hezar û 900 girtiyan û vegera nêzîkî 10 hezar kesên li derveyî welat û li ser çiyayan.
Her wiha diyar kir ku DEM Partî piştgiriya danîna çekan dike çimkî “Pirsgirêka Kurdan êdî bi çekan çareser nabe.”
Parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê Serhat Eren pirsên Nalîn Hesenê bersivandin:
Rûdaw: Wekî DEM Partiyê helwesta we li ser naveroka vê projeyasayê çi ye?
Serhat Eren: Niha, anku saet 11:00an, ev yasa dê were parlamentoyê. Dema ku hat parlamentoyê, li ser navê partiya me, hevserokê me dê 20 xulekan axaftinekê bike. Piştî wî jî dê yên partiyên din axaftinan bikin. Daxwaza me ew e ku îro ev yasa li parlamentoyê bi hejmareke mezin were erêkirin.
Rûdaw: Baş e, gelo têbîniyên we li ser naveroka vê projeyasayê hene? Eger hebin, li ser kîjan xalan têbîniyên we hene?
Serhat Eren: Belê, niha, li ser naveroka vê yasayê, bi rastî wekî ku di raya giştî de tê nîqaşkirin, em vê bêjin, ev yasa ya bidawîkirina şer e. Ez naveroka vê yasayê bi kurtasî bêjim. Ev yasa ji bo çareserkirina Pirsgirêka Kurdan ne yasayeke wilo berfireh e, ev yasa ji bo çareserkirina Pirsgirêka Kurdan destpêkek e lê ne her tişt e. Lê em bêjin, ne tiştekî wilo ye jî.
Di naveroka xwe de, bi rastî, endamên PKKyê, birêvebirên PKKyê û hezkirên PKKyê, kî dibin bila bibin. Hemû, li gorî vê yasayê, anku heta niha ji hiqûqê hatibûn derxistin, niha hemû kesên ku serî lê bidin dikarin vegerin welat û di nav siyaseta demokratîk de cihê xwe bigirin. Anku, ji zindanê nêzîkî 3 hezar û 900 kesan dê derkevin. Yên koçî derveyî welat kiriye, yên ku di nav siyaseta Kurdan de bûne lê ji ber zext û zora dewletê koç kiriye, belkî bi 10 hezaran kes bin. Eger li serê çiyayan bin jî hemû dê tevlî jiyana demokratîk bibin.
Lê kengî dikeve meriyetê, hîn bi rastî ne diyar e kengî dikeve meriyetê. Îhtimaleke mezin heye ku sibe bikeve meriyetê ji bo avakirina komîteyan. Ji bo avakirina komîteyan girîng e. Pêwîst e ew komîte bên avakirin. Sibe, di paşerojê de, ya herî girîng ew e ku ew komîte bên avakirin da ku em mekanîzmayekê ava bikin. Di vê mekanîzmayê de, hem li ser navê Kurdan û hem jî li ser navê dewletê, dê komîteyek were avakirin. Ev komîte dê bi awayekî ji bo danîna çekan û pêvajoyê temam bike û bigihîne encamekê. Ew dê xebatekê bikin. Piştî vê xebatê, dê raporek were amadekirin û ew rapor jî di rojnameya fermî de were qebûlkirin. Di wê demê de dê bikeve meriyetê.
Rûdaw: Baş e, hêviya we heye ku ev projeyasa, dema bibe yasa, rê veke ji bo çareserkirina Pirsgirêka Kurdan a li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê?
Serhat Eren: Em vê yekê bêjin, anku niha 100 sal e ev komar li Tirkiyeyê hatiye avakirin. 100 sal e zimanê Kurdan, nasnameya Kurdan, hebûna Kurdan qebûl nekirine. Lê hîn ev, ne mijara nîqaşê ye. Anku em bêjin di nav salekê de, du salan de ev zihniyet biguhere, ev yasa biguherin wekî mafê kolektîv ê Kurdan were qebûlkirin, ev ne tiştekî rast e.
Em vê dibêjin, heta niha çareserkirina Pirsgirêka Kurdan di zemînê şer û pevçûnê de bû, em dibêjin em çareserkirinê ji nav şer û pevçûnê derxin, em derbasî zemînê siyaset û hiqûqê bibin, em diyalog û mizakereyê esas bigirin, bi vî awayî em bimeşin, em deriyekî vekin.
Ji bo wê, ev yasa destpêk e. Ev yasa bi rastî ji bo çareserkirinê bingeh e lê ne her tişt e. Ev bi rastî dê têkoşîna me, têkoşîna Kurdan diyar bike, gelo em dê çi qasî ji bo mafê Kurdan têkoşînê bidin. Ew dê diyar bike. Anku, têkoşîna me ji her demê xurttir be, bi rastî em dê bigihîjin mafên zêdetir. Lê ku em bêjin ev yasa derket her tişt xelas bû, tiştekî wilo nîne, şer bi dawî bû lê têkoşîn didome.
Rûdaw: Mercek heye di nav projeyasayê de, ew jî radestkirina hemû çek û teqemeniyan e ji bo bicihkirina yasayê. Hûn wekî DEM Partiyê çawa li vî mercî dinêrin?
Serhat Eren: Anku em rast bibînin, yan tiştekî erênî ye, yan bi rastî di yasayê de ev çek û teqemenî dê bi çi awayî werin tunekirin yan jî teslîmî kê bibin? Ev ne diyar e, dê mekanîzmayek were avakirin, ew mekanîzma bi rastî dê diyar bike. Biryara danîna çekan, teqemeniyan em erênî dibînin. Di nav siyaseta Tirkiyeyê de, bi rastî şer û pevçûnan 50 salî berdewam kir.
Bi pevçûn û bi çekan êdî Pirsgirêka Kurdan nayê çareserkirin. Em diyalog û mizakereyê esas bigirin û di nav siyaseta demokratîk de cihê xwe bigirin, hemû hevalên me cihê xwe bigirin. Heta siyasetmedarên Kurdan jî krîmînalîze kirin, qebûl jî nedikirin, wekî di nav neynûkan de bêjim, "terorîze" dikirin. Niha siyaseta Kurdan dê xwe di nav qada siyaseta demokratîk de rêxistin bike. Têkoşîna azadiya gelê Kurd bike, ew bingeh jî were amadekirin tiştekî baş e, em erênî dibînin.
Rûdaw: Dema 6 mehan a ji bo serlêdanê, ji bo çareserkirina vê pirsa hestyar û giran, bi nêrîna we bes e û kî dê çavdêriyê bike, anku çavdêriya bicihkirina vê yasayê bike?
Serhat Eren: Destpêkê de jî min got, piştî ku ev yasa bikeve meriyetê, dê du komîte bên avakirin: Komîteyek ji nav parlamentoyê were avakirin. Komîsyonek were avakirin, komîsyonek jî alîgirê serokkomar. Di nav vê komîsyonê de Wezareta Dadê heye, Wezareta Karên Navxwe heye, Wezareta Parastinê heye, sekreterî heye, gelek kes hene. Ew dê vê pêvajoyê bişopînin.
Çavdêriyê bikin, gelo di kîjan astê de ye, çi pirsgirêk heye, çi nîne, ew dê çavdêriya wê bikin. Bi rastî çavdêr jî ev mekanîzma ye. Anku ya parlamentoyê û ya din jî di bin mahiyeta alîgirê serokkomar de, ev her du komîte dê bişopînin. Ya duyemîn jî bi rastî 6 meh, em jî dibêjin ew kêm e, pir kêm e. Ji bo wan 6 meh têrî nake, bila ji salekê zêdetir be lê gotin gava ku pêwîst be ew her du komîsyon bi her pêşniyarê dikarin wê dirêj bikin.


