Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebiriya Tevgerê diyar kir ku qanûna çarçoveyê xwedî kêmasiyên cidî ye û got, "Bê guman ev ziman zimanekî welê ye ku gelê me û Tevgera me nikare qebûl bike."
Hemû xalên projeyasaya "Bihêzkirina Hevgirtina Neteweyî û Yekbûna Civakî" di dengdana Komîsyona Dadê ya Parlamentoya Tirkiyeyê de hatin qebûlkirin.
Birêvebiriya Tevgerê (Partiya Karkerên Kurdistanê/PKK) têkildarî qanûna çarçoveyê ev daxuyanî da:
"Qanûna çarçoveyê ya ku bi mehan e tê hêvîkirin ji komîsyonê derbas bû û dê li meclisê bê erêkirin. Gelek kes bi tundî li ber vê qanûnê rabûn û hinekan jî qanûn ji gelek aliyan ve rexne kir. DEM Partiyê gelek kêm û kurtiyên qanûnê li komîsyonê rexne kir û ya ku divê piştî qanûnê bê kirin destnîşan kir.
Rêber Apo piştî daxuyaniya Devlet Bahçelî gotibû, hêza min heye ku rewşa şer a ji ber pirsgirêka Kurdan bikişîne ser zemîna hiqûqî û siyasî. Bi Banga Aştî û Civaka Demokratîk a 27ê Sibata 2025an re nexşerêya vê yekê bi şênberî danî holê.
Tevgera me ya Azadiyê li ser bingeha banga Rêber Apo ji bo pêşveçûna pêvajoya aştî û civaka demokratîk berpirsyariya xwe bi cih anî. Li ser vê bingehê sal û nîvek e şer naqewime.
Di nava vê demê de ji bo pêkhatina aştiyê, demokratîkbûn û çareseriya pirsgirêka Kurdan li meclisê ‘Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Piştevaniya Mîlî’ ava bû, di encama hevdîtinên vê komîsyonê de li gel kêmasiyên cidî jî raporek hate amadekirin ku dikare girîng bê dîtin.
“Rêber Apo bi me re diyalog danî”
Rêber Apo di vê pêvajoyê de ji bo derxistina qanûneke kokê ya ku rêya çareseriya pirsgirêka Kurdan û demokratîkbûnê diyar bike, hem bi rayedarên dewletê hem jî bi DEM Partî û Tevgera me ya Azadiyê re têkilî û diyalog danî.
Me jî di vê pêvajoyê de nîqaşên li ser qanûna kokê ji nêz ve şopandin. Têkildarî pêşnûmeqanûnê ku bi şêweyên cuda gihîşt me, bi rêya daxuyaniyan me nêrîn û rexneyên xwe pêşkêşî raya giştî kirin. Beriya her tiştî me destnîşan kir ku zimanê qanûneke kokê ya ku aştiyê ji xwe re dike armanc divê ne zimanê şer be, divê zimanê aştiyê be.
“Divê teqez Rêber Apo azad be”
Weke ku Rêber Apo got, me bal kişand ser wê yekê ku divê ne bi wî şêweyî be ku ji rêzê, teng û xizmetê ji siberojê re nake, divê li gorî hesasiyetên aliyan bê amadekirin. Me destnîşan kir ku ji bo gavên qanûn diyar bike bêne avêtin, divê teqez Rêber Apo azad be û karibe bi rengekî azad kar bike. Me girîngiya wê yekê anîn ziman ku ev qanûn divê soza wê yekê bide ku di çarçoveya hin gavên diyarkirî de qanûnên azadiyê û demokratîkbûnê derxîne.
Rêber Apo ji xwe beriya daxuyaniya me bi rêya heyeta DEM Partiyê ji raya giştî re ragihandibû ku divê şêwe û armancên qanûna çarçoveyê çi bin. DEM Partî û hêzên demokratîk jî di vê pêvajoyê de li ser mijara qanûna çarçoveyê nêrînên xwe, pêşniyarên xwe destnîşan kirin û di vê mijarê de hin hevdîtin jî kirin.
Qanûna ku bi mehan e tê nîqaşkirin û gelê me, me û hêzên demokrasiyê nêrîna xwe diyar kirin, ji bilî dijberiya meyleke dijminê Kurdan a li meclîsê ya bi provokasyonan, bi erêkirina hemû hêzên din ên siyasî ji komîsyona edaletê ya meclisê derbas bû.
“Di nava vê qanûnê de şaşîtî û kêmasiyên cidî hene”
Di nava vê qanûnê de şaşitî û kêmasiyên cidî hene. Pêşniyarên ku di rapora komîsyona meclisê de ji bo çareseriya pirsgirêka Kurdan û demokratîkbûnê hatin kirin, di vê raporê de cih negirtiye. Lewma tam bersiv nedaye armancê. Bêyî bikaranîna têgeha Kurd vegotina bêçekbûnê nîşan dide ku pirsgirêk bi rengekî hevgirtî nehatiye nirxandin. Li gel kêmasiyên cidî yên naverokê, têgeh û zimanê hatiye bikaranîn jî ji bo qanûneke bi armanca aştiyê pirsgirêkeke cidî ye. Bê guman ev ziman zimanekî welê ye ku gelê me û Tevgera me nikare qebûl bike.
“Bahçelî soza Mafê Hêviyê dabû”
Tevgera me jî gelê me jî destnîşan kiriye ku eger dê qanûnek bê derxistin û ev pêvajo bê meşandin, ev yek tenê bi mercên karkirinê û jiyanê yê azad ê Rêber Apo dibe. Ev yek jî di her firsendê de bi lêv kiriye. Tenê bi mercên azad ê jiyan û karkirinê yê Rêber Apo têkildarî tevgera me dikare gav bê avêtin û bicihanîn. Ev yek bi rêvebirina yekser a Rêber Apo pêkan e. Pêvajoya aştî û civaka demokratîk tenê bi mercên karkirin û jiyana azad a Rêber Apo dikare bi pêş ve biçe. Weke Tevgera Azadiyê bi pêşdîtina ku Rêber Apo bibe xwedî mercên azad ên karkirin û jiyanê me hemû gav avêtin. Devlet Bahçelî hîn di roja destpêkê de soza bicihanîna Mafê Hêviyê ji bo Rêber Apo da.
Devlet Bahçelî û rayedarên AKPyê diyar dikin ku ev pêvajo polîtîkayeke dewletê ye. Axaftin hemû jî di çarçoveya vê polîtîkayê de têne kirin. Devlet Bahçelî destnîşan kiribû ku di pêvajoya aştî û civaka demokratîk de Rêber Apo Sê bibe 'Koordînatorê Siyasîbûnê û Pêvajoya Aştiyê.' Rayedarên dewletê jî ev pêşniyara Devlet Bahçelî qebûl kir lê belê rola ku Rêber Apo di vê pêvajoyê de pê rabe, di qanûna çarçoveyê de nehatiye diyarkirin. Tenê bi rengekî nediyar hatiye gotin, desteya di bin serokatiya alîkarê serokkomar bê avakirin sê karibe desteyan ava bike. Eger Rêber Apo nikaribe di nava mercên azad ên jiyan û karkirinê de koordînatoriyê ji vê desteyê re bike, gelek xisûsên ku qanûn diyar dike dê pêk neyên.
“Ev qanûn bi ferzkirineke yekalî pêk nayê”
Lewma rê û rêbazên bicihanîna qanûnê girîng in. Her qanûn, gava ku bi rê û rêbazên rast hat bicihanîn hingî dikare bikeve meriyetê. Rê, rêbaz, rêvebirin û uslûb girîng in. Ji ber ku ev qanûn bi ferzkirineke yekalî pêk nayê. Di mijareke ew çend girîng de rê û rêbazên afirîner û pêşîvekirinê girîng in. Bi kurtasî, ev qanûn eger zimanê aştiyê esas bê girtin û pratîkbûna wê ji aliyê Rêber Apo ve hate meşandin û rêvebirin, her wiha bi qanûnên demokratîk ên nû yên bêne derxistin were xwedîkirin, hingî dikare bi cih bê anîn.
“Divê ev qanûn bibe destpêkek”
Qanûnê li ser bingeha demokratîkbûnê pêşîvekirina li qada siyasî ya demokratîk daniye pêşiya xwe. Karê siyasî yê demokratîk tenê bi demokratîkbûna ku azadiya rêxistinbûn û fikrî misoger dike, dikare bê meşandin. Ji ber vê yekê ev qanûna çarçoveyê bêyî derengxistinê divê bi kar û qanûnên li ser esasê demokratîkbûnê bê biserxistin. Weke ku Rêber Apo û hemû hêzên demokratîk destnîşan kir, divê ev qanûn bibe destpêkek. Eger bibe qanûnek ku pêşî li pêşketinên pişt re veke, hingî dê rola kok û çarçovebûyînê bi cih bîne.
“Eger gerîla bê sûcdarkirin û girtin dê nikaribe vegere”
Tê xwestin ku gerîla bê çek bibe û bê. Eger biçe Tirkiyeyê li ser bingeha azadiya fikrî û rêxistinbûnê nikaribe siyaseta demokratîk bike, eger li ser bingeha rêxistinbûn û gotinên xwe bê sûcdarkirin û were girtin, hingî daketina gerîla ya li deştê li aliyekî, siyasetmedarên ku ji neçarî çûne Ewropayê jî dê nikaribin vegerin. Ev tenê mînakeke şênber e. Bê guman gelek rêyên cuda yên demokratîkbûn û çareseriya pirsgirêka Kurdan hene.
Ev qanûn destpêkek e. Di serî de pirsgirêka Kurd ji bo çareseriya hemû pirsgirêkan divê têkoşîna demokratîkbûnê bê bipêşvebirin. Lewma divê gelên me û hêzên demokrasiyê hemû ji bo demokratîkbûnê û çareseriya pirsgirêka Kurdan xwe bi rêxistin bikin û têbikoşin. Hingî dê qanûna ku hatiye derxistin bi rastî jî xwedî rola qanûna çarçoveyê be; dê ji bo pêşketinên girîng bibe destpêkek."



