Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê erdhejeke bi hêza 4,5 pileyan çêbû.
Serokatiya Birêvebiriya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand ku saet 03:42yan li navçeya Komirliyê ya Dîlokê erdhejeke bi hêza 4,5 pileyan çêbûye.
Li gorî daxuyaniya AFADê, kûrahiya erdhejê 7,44 kîlometre ye.
AFADê da zanîn ku erdhej li parêzgehên Kilîs û Mereşê yên Bakurê Kurdistanê û li Osmaniye û Hataya Tirkiyeyê jî hatiye hîskirin.
Salane gelek caran li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê erdhej çêdibin.
Yek ji erdhejên herî bihêz û wêranker ku navenda wê Mereş bû, 6ê Sibata 2023yan danê sibehê saet 04:17an bi hêza 7,7 pileyan çêbûbû û 11 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hejandibûn.
Li gorî amarên fermî, ji ber wê erdhejê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 53 hezar û 537 kes mirin û 107 hezar û 213 kes jî birîndar bûn.
Ew erdhej li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê jî bûbû sedema mirina nêzîkî 5 hezar kesan.
Beşeke berbiçav a wan qurbaniyan ji herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê bûn.



