Hewlêr (Rûdaw) - Germava navçeya Elkê ya parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê piştî nêzîkî 5 salan careke din hat vekirin.
Şênî û geştyar ji ber germahiya zêde ya nava rojê van demên dawî zêdetir bi şevan diçin wir.
Ew li bin heyvê avjeniyê dikin û demên xweş derbas dikin.
Welatiyê bi navê Îbrahîm Akseven got:
“Av germ e û em bi hevalên xwe re hatine vê derê.
Em dixwazin her kes were vê derê. Welatê me gelekî xweş e.”
Welatî Kadîr Baran jî hestên xwe wiha anîn zimên:
“Me bêriya germava xwe dikir. 4 sal derbas bûn û nû vebû.
Xelkê Şirnex, Hezex û Silopiyayê tên vê germavê û xelkê me kêfxweş e.”
Mela Remezan jî diyar kir:
"Ev demeke dirêj e germava me girtî bû û ev 10 roj in hatiye vekirin.
Em spasiya wan kesan dikin ku bûne sedem ev germav vebe.”
Dermanê gelek nexweşiyan e
Ava wê bi awayekî xwezayî ji bin çiya û zinarên Elkê derdikeve.
Bi gotina xelkê navçeyê, ev av ji romatîzmayê bigire heta egzemayê û ji bîrovê heta gelek nexweşiyên din derman e.
Basrî Dursun jî bal kişand ser taybetmendiyên avê û got:
“Germav sedema şîfayê ye. Gelek kes ji bo şîfayê tên vê derê.
Kesên tên jî dibêjin me şîfa ji vê germavê dîtiye. Germav ji bo laş û çermê mirovan baş e.
Ev germava me cihekî geştyariyê ye û ji her derê tên.
Em xelkê xwe yê Başûrê Kurdistanê jî vedixwînin vê derê.”
Ne tenê ji gund û navçeyên derdorê, ji bajarên Tirkiyeyê jî xelk ji bo şîfayê berê xwe dide wir.
Gazinên geştyaran hene
Beşek ji welatiyan dibêjin ku piştî nûjenkirinê ava sar berdane nav germavê û ji ber wê ava wê ne wekî berê bişîfa ye.
Geştyarê bi navê Eşref Kaya yê ku ji Antalyayê çûye got:
“Ez ji Antalyayê hatime. Berê em dihatin germava me pir xweş bû lê niha ti tama wê ya berê nemaye.”
Geştyar Ferdî Kaya yê ji Wanê jî gazinên xwe wiha anîn zimên:
“Ez ji bajarê Wanê hatime. Germava me xwezayîbûna xwe ji dest daye.
Ava wê ne wekî berê xweş e û ava sar berdidin navê.”
Berê ketina germavê bêpere bû lê piştî nûjenkirinê her kesê bixwaze bikeve hundir neçar e pere bide.
Welatiyekî li ser vê mijarê got:
“Em xelkê vê derê ne. Ev der berê bêpere bû lê niha kirine bipere.
Xelkê vê derê jî kêmdahat û hejar e û nikare pereyan bide.
Destê wan sax be, gelekî baş çêkirine lê piştî bûye bipere ji milet re bûye zehmetî.
Eger ev pere rakiribûna ji bo milet çêtir dibû.”
Germava Elkê hemû rojên hefteyê bi şev û roj vekirî ye.
Tevî ku nû jî vebûye rojane zêdetirî 500 kes diçin wir.
Bihayê ketina hundir ji bo her kesekî 100 lîreyên Tirkî ye ku dike derdora 2 dolar û 10 sentan.



